Bersûcê ji bo komkujiyê pêk bîne çûbû avahiya HDP'ê hat girtin 2022-01-10 15:23:47   STENBOL - Bersûc Muhammed Eren Sutçu yê ku ji bo komkujiyê pêk bîne çûbû avahiya HDP'ê ya Bahçelievler a Stenbolê û du HDP'yî birîndar kiribû û bi hepsa malê serbest hatibû berdan li ser îtiraza dozgeriyê ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ve hat girtin.    Di 28'ê Kanûnê de bersûc Muhammed Eren Sutçu bi çek û kêrê êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelievlerê ya Stenbolê kiribû. Muhammed Eren Sutçu piştî îfadeya xwe ya dozgeriyê bi sûcên "Gefxwarina bi çekê","Birîndarkirin" bi daxwaza girtinê sewqî 3'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê hatibû kirin. Bersûc di 3'yê Çileyê de ji aliyê dadgeriyê ve bi şerdê hepsa malê hatibû berdan.    Li ser vê yekê parêzerên OHD'ê yên muştekî îtiraz kiribûn. Parêzeran diyar kirin Muhammed Eren Sutçu yê ku ji bo komkujiyê pêk bîne çûbû avahiya HDP'ê ya Bahçelievler a Stenbolê hatiye girtin.