Ji 'Nobeta Edaletê' bang: Deng bidin qêrîna me 2022-01-10 15:11:42       AMED -"Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan dane destpêkirin ket roja 56'an. Di roja 56'an de malbatan banga "Deng bidin qêrîna me ya edaletê" kirin.    "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên înfaza wan hatine betalkirin û ji bo girtiyên nexweş li avahiya xizmetê ya Baroya Amedê dabû destpêkirin di roja 56'an de didome.    'Werin em edaletê bînin'   Ji xizmên girtiyan Hasine Guler, da zanîn heta daxwazên wan bên cih ew ê nobetê bidomînin. Hasineyê da zanîn ku divê êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin û wiha got:"Em ji bo edaletê hatin vir. Ji xeynî daxwaza edaletê daxwaza me tune ye. Em çûn Enqereyê êrişî me kirin. Hevjînê min ê 83 salî li girtîgehê çend caran bi koronayê ket. Ez bang li her kesî dikim werin piştgiriyê bidin nobeta me û em bi hev re edaletê bînin."   'Êdî ji qêrîna me re bibin deng'   Piştre xizma girtiyan Încî Guler da zanîn ku ew çûne Enqereyê û rewşa girtiyan ji her saziyan re vegotine û wiha got:"Em ewqas roj in nobetê digirin. Lê belê ji aliyê hukumetê ve tenê gotinek jî ji me re nehatiye kirin. Em êdî dixwazin ji qêrîna me re bibin deng."