DBP: Li dora partiya xwe bicivin 2022-01-10 12:51:44     AMED - DBP, 6'emîn Kongreya Asayî ya li dar dixe û derbarê mijarê de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de wiha hat gotin: "Em bang dikin û dixwazin gelê me yê welatparêz di partiya me DBP’ê de peywirê werbigire û li dora partiya xwe bicive."   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 6'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Derbarê kongreyê de li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta "Bi civaka Rêxistibûyî ve ber bi jiyana azad ve" hat vekirin. Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn, endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'û gelek kes tevlî civîna çapemeniyê bûn. Di civînê de daxuyaniya bi kurdî ji hêla Adnan Akgun û ya bi tirkî jî ji hêla Belgîn Dîken ve hat xwendin.    Daxuyaniya ku hat dayîn ye:   "Êdî faşîzma AKP û MHP’ê bi tu awayî nikare xwe li ser piyan bigire û bi rêve biçe. Di hemû hêlan de; wekî aborî, siyasî, civakî û bîrdozî hatiye ber hilweşînê. Pergala netewe dewletê ya mezhebperest û îtihatçî ku dixwaze hegemonyaya xwe ya herêmî bi vî rengî bi rêve bibe, ji ber xwezaya civakî ne pêkan e bi ser bikeve. Armanc ew e ku hemû çand û cihêrengiyên li Mezopotamya û Anatolyayê tune bike.   Temenê wan bi qasî pifekê ye   Ji ber ku dijminahiya kurdan çavên wan tarî kiriye, desthilata heyî li herêmê û derveyî herêmê agirê ku xwe neavêtiye navê hema bêje nemeye. Êdî hemû êrîşên wan ên wêranker, pêl bi pêl li wan dizîvirin. Bi xewn û xeyalên Osmanî rabûn lê bi hilweşîna Enwerê maceraperest re rûbirû ne. Li hundir xeta Evdilhemîd ji derve jî xeta Enwercî êdî bi temamî di navbera Katar, Dûbaî û Hewlêr de bûye bezirgan û parsek, temenê wan bi qasî pifekê ye.   Êdî bes e!   Di serî de Gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê li dijî vê pergala faşîzan di nav liv û tevgerê de ne. Li ser bingeha krîza aborî; hêrs, nifrîn û nerazîbûna gel ya li dijî faşîzma AKP û MHP’ê ji bingeha siyasî ne qut e. Ji rejima talanê ya ku bi salan e tê bi rêvebirin, gelên li Tirkiyeyê êdî bes e dibêje. Li Kurdistanê jî êrîşên qirker bi berxwedanê hatine pûçkirin. Di şert û mercên faşîzmê de li Sêrt û Wanê qêrîna “ev der Kurdistan e” çirûskên şewata mezin in.   Di rastiya Kurdistanê ya niha de ku kirine mîna girtîgeheke servekîrî, berxwedana gelê me ya li hemberî hemû êrîşan, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. İsrara xwedî li nasnameya xwe ya azad derketin û bandora heqîqeta civaka azad pêl bi pêl zêde û mezin dibe.   Ji bo avakirina civakî û pêşerojeke azad em li DBP’ê ne!   Wekî gel çawa ku di dîrokê de me li ber xwe da, niha jî em li ser esasê demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê li ber xwe didin. Ji ber vê yekê, di rewşa kaos û qeyranê de divê ji bo xatirê nirxên azadî, yekitî û wekheviyê em bêtir beşdarî pêvajoyê bibin. Di vê sala nû de derfetên ku em destkeftiyên nû bi dest bixin ji her demê zêdetir in.   Em vê Kongreya Mezin a Asayî ya 6’emîn a Partiya Herêmên Demokratîk ku em ê pêk bînin, bi vê berpirsiyariya dîrokî pêşwazî dikin. Ji bo Kurdistan azad bibe pêwîst e em yek kesê/î jî bêrexîstin nehêlin.   Hebûna xwe li ser tûnebûna kurdan ava dikin    Bi rêxistinbûyînê em armanc dikin ku li ser esasê civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan meşa xwe mezintir bikin. Em wekî Partiya Herêmên Demokratîk armanc dikin ku li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bikin. Em armanc dikin ku bibin partiya herî bi rêxistinbûyî û xwedî erk.   Em xwedî berpirsiyar in ku erka xwe ya ji bo ziman, çand, nasname, ewlehî û niştiman a gelê xwe pêk bînin. Dîsa em xwedî berpirsiyar in ku hemû hemwelatî azad û wekhev ji mafê aborî, tenduristî û perwerdehiyê sûdê werbigirin. Ligel vê yekê em dizanin ku rejîma kujer, hebûna gelê kurd û Kurdistanê qebûl nake. Dîsa em pê dizanin; dixwaze hebûna xwe li ser tunebûna Gelê Kurd ava bike. Lê em baş dizanin ku firsendên heyî yên ku vê têkoşînê bibin serkeftinê ji salên borî gelek zêdetir in.   Yekitî di nav civakê de hatiye avakirin    Nebûna Yekitiya Neteweya kurd hêj lewaziya herî mezin a Gelê Kurd e. Di vê mijarê de her kes dizane ku em çiqas têdikoşin û di nava hewldanan de ne. Di rastiyê de ev yekitî di nava gel û civakê de hatiye avakirin. Lê li pêş Yekitiya Neteweyî gelek astengî hene. Astengiyên wekî kesên malbatperest, eşîr û êlên biçûk diparêzin, her wiha hevkarî û tevkariya bi hêzên mêtinger û destilatdar re dibe sedem ku Yekitiya Neteweya kurd bi pêş nekeve. Em wekî Partiya Herêmên Demokratîk ji bo li Kurdistanê Yekitiya Neteweyî saz bikin, xwedî hêz, zanîn, biryar û bawerî ne.   Ji bo jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan em li DBP’ê ne   Ji ber ku jin jiyanê diparêze û ji bo jiyana azad têkoşîna azadiyê dide, li me ferz dike ku em jinan û xebatên jinan bêtir bi taybet û cuda bigirin dest. Rola jinan a pêşengtiyê bi giştî di têkoşîna demoratîk û şoreşgerî de û bi taybetî di serkeftinên DBP’ê de pir zêde ye.   Dewleta ku ji serî heta binî bi feraseta pergala mêrê serdest hatiye avakirin û faşizm a ku cewherê vê pergalê ye, ji ber têkoşîna jinan, herî zêde êrîşî jinan dike. Êrîşî Pergala Hevserokatiyê dike. Di pergala desthilatdar de jiyan bi her awayî li gorî pîvan û desthilata mêr hatiye sazkirin. Di encamê de çi derdikeve holê diyar e.   Divê mirov jiyanê li gorî xwezaya wê saz bike. Navê vê yekê jî hev-jiyana azad e. Di vê pergala Hevjiyana Azad de mêr û jin li ser pîvan û esasê têkiliyên wekhev jiyanê ji nûve ava dikin. Ji bo em Pergala Hevjiyana Azad û pergala Hevserokatiyê têxin meriyetê, em hewl didin ku rêxistina jinan xurttir bikin. Em hewl didin ku rêxistinbûyîna xwe bêtir bi hêz û bi bandor bikin.   Jin û ciwan li ber xwe didin   Li her deverên Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîneke pir mezin heye. Ciwan li ber xwe didin. Jin li ber xwe didin. Di şexsê Birêz Ocalan de hemû girtîgeh li ber xwe didin. Karker, kedkar, li ber xwe didin. Kesên xwezayê diparêzin li ber xwe didin. Siyaseta demokratîk li ber xwe dide. Bi gelemberî kurdên azad li ber xwe didin. Her kes li gorî rêbazên xwe li ber xwe didin. Lê em dizanin ku faşîzm wekî feraset tu cari nerm nabe. Tu carî demokratîk jî nabe. Divê hilweşe û tune bibe. Nirx û destkeftiyên heta îro me bi dest xistine tev bi encama têkoşînê çêbûne. Bi têkoşîn û berxwedanê azadî heyî dibe.   Em wekî Partiya Herêmên Demokratîk bi kongreya mezin dikevin pêvajoya nû. Ji bo ku kongreya me bi ser bikeve şert û merc û derfet ji her demê zêdetir in. Li ser vê bingehê em bang dikin û dixwazin gelê me yê welatparêz di partiya me DBP’ê de peywirê werbigire û li dora Partiya xwe bicive."   'Em ê li Kurdistanê seferberiyê bidin destpêkirin'   Piştî daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û bal kişand ser xebatên ku tên meşandin û got: "Em ê bi vê kongereyê pêvajoya xwe nûkirinê bidin destpêkirin. Em ê bi hêz û coşek mezin kongreya xwe li dar bişin. Li her kolanên Kurdistanê em ê seferberiyê bidin destpêkirin. Em ê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ji vir bang li gelê xwe dikin tevlî kongereya me bibin."    Civîna çapemeniyê piştî govend gerandin û tilîliyan bi dawî bû.