Li Şirnexê hejmara binçavkirinan gihaşt 17'an 2022-01-10 12:14:13     ŞIRNEX - Li Cizîr û Hezexê duh di serdegirtina malan de kesên hatin binçavkirin hejmara wan gihaşt 17'an.     Di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komara Şirnexê de duh li navçeyên Cizîr û Hezexa Şirnexê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de heta niha 17 kes hatin binçavkirin.     17 kesên ku hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê tên girtin û hat zanîn ku derbarê dosyayê de "Biryara veşartinê" hatiye dayîn. Kesên hatine binçakirin li bendêne ku îro îfadeyên wan bên girtin.     Navên kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: "Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Evîndar Aydin, endama Meclîsa Ciwanên HDP'ê Berfîn Can, endama Meclîsa Şaredariya Hezexê ya ku ji peywirê hat dûrxistin Medya Hezar, Şukru Acar, Mela Saît Ozdemîr, Huseyîn Înedî, Azîz Sonmez, Mehmet Emîn Çikmaz, Mazlûm Dûrû, Kamîl Balik, Mûstafa Çomlek, Îdrîs Kayaalp, Selman Abay, Agît Işîkli, Metîn Mendes û Îsmaîl Nerse."