Jinên kurd li Wanê hatin bîranîn: Têkoşîna wan rêya me ronî dike 2022-01-09 16:11:59     WAN - TJA û Melisa Jinê ya HDP'ê, 3 jinên siyasetmedar ku li Parîsê hatin qetilkirin bi çalakiyekê bi bîr anîn. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku têkoşîna hersê jinan rêya wan ronê dîke.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê li dar xist. Rêveberên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêvebirên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê, parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan û Murat Sarisaç û gelek kes beşdarî çalakiya li Rêxistina HDP’ê ya Wanê bûn. Wêneyên 3 jinên Kurd ên hatin qetilkirin li salona ku çalakî lê hat lidarxistin hatin danîn û mûm li ber wan hatin vêxisitn. Di çalakiyê de  dirûşma "Şehîd Namir" hatin berzkirin.   Çalakî bi sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna 3 jinên Kurd ên hatin qetilkirin piştî deqeyeke rêzgirtinê hate nîşandan destpê kir. Piştre Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Handan Karakoyun axivî û bal kişand ser têkoşîna 3 jinên Kurd ên hatin qetilkirin û diyar kir ku hê jî berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin. Handan destnîşan kir ku ew ê têkoşîna jinên hatine qetilkirin heta dawiyê bidomînin.   'Komkujî nagihêjin armancên xwe'   Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan jî bi bîr xist ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de her tim komkujî pêk hatine, lê diyar kir ku Komkujiya Parîsê û qetilkirina 3 jinên Kurd ên di sala 2016'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin, cuda bûn. Muazzez destnîşan kir ku bi her du qetlîamên li hemberî jinan azadiya jinê, berxwedan û pêvajoya diyalogê ya çareseriya pirsgirêka Kurd hedef hatiye girtin û got, komkujî negihîştine armanca xwe.   Muazzez, da zanîn ku têkoşîna 3 jinên Kurd rêya jinên Kurd ronî kir û got, “Em ê bi têkoşîna ku em ê bidin meşandin xewn û daxwazên jinên hatine qetilkirin pêk bînin. Em ê li vê xaka pîroz jiyana azad ava bikin. Ti hêz nikare pêşiya têkoşîna jinên Kurd bigire."   Piştî axaftinan çalakî bi xwendina helbestekê bidawî bû.