Nobeta Edaletê didome: Em paşve gavê navêjin 2022-01-09 15:35:32     AMED - "Nobeta Edaletê" ku xizmên girtiyan dest pê kirine, di roja 55'emîn de berdewam dike. Malbatên ku gotin, "Çima herkes bêdeng e", dibêjin ku ku ew gavê paşve navêjin.   "Nobeta Edaletêé" ku malbatên gitiyan li dijî betalkirina înfaza girtiyan û ji bo serbestberdana girtiyên nexweş li Baroya Amedê dan destpêkirin  di roja 55'emîn de berdewam dike.     'Hejmar berdewam e'   Necla Ozel a ku xizma girtiyê wek ziyaret kir diyar kir ku rewşa zarokên wê ne baş in û piştî rakirina nexweşxaneyê bi rojan di karantînayê de man. Necla diyar kir ku li girtîgehan zext zêde dibin û got, “Hejmarek bênavber heye. Ne pirtûk û ne jî tiştên din nayên dayîn. Ev du sal in me zarokên xwe nedîtiye. Çima dengê me nayê, çima her kes bêdeng e? Zarokên me çi kirin? Têkoşîna zarokên me têkoşînek mafdar e. Em heta dawî li dû zarokên xwe ne."   'Heta ku Wezareta Edaletê gavekê neavêje em li vir in'   Birayê girtiyê nexweş Hamdulsena Ada Reşahat Ada jî got, “Îro 55 roj in em li vir in. Êdî dawî li zextên li ser zarokên me bînin. Cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Zarokên me nayên dermankirin. Heta ku Wezareta Edaletê gavan neavêje em ê nobedê bidomînin. Em ji bo zarokên xwe dibêjin aştî, lê dema em dibêjin aştî jî êrîş dikin. Zarokên me çi kirine? Ji bo ku bi zimanê xwe biaxivin di girtîgehan de ne. Bila zanibin ku em tu carî gavê paşde navêjin.”   Banga parastina girtiyan   Herî dawî xuşka gitiyê nexweş Mehmet Yildirim Hazal Yildirim bertek nîşanî înfazên hatine betlalkirin da û banga xwedîderketina li girtiyan kir.   Serdan piştî axaftinan bi dawî bû.