Sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin, li Awustralyayê hatin bîranîn 2022-01-09 13:45:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Sê jinên kurd ên şoreşger ku beriya neh salan li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li  Sydneyê bi çalakiyekê hatin bîranîn.   Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn.   Çalakî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) êvara Şemiyê li qada Town Hallê pêk hat. Kurd tevî dostên xwe tevlî çalakiyê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê komîteya amadekar daxuyaniyek hate dayin û bang li dewleta Fransayê hate kirin ku kujeran darizîne.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku  jinedîtîhatina vê komkujiya li paytexta we pêk hat, tê wateya parastina kujeran. Eger hûn naxwazin bibin parçeyek ji vê komkujiyê, edaletê bi cih bînin. Qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî, komkujiya li dijî gelê Kurd e.   Bi navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî daxuyaniyek hate dayin û hat ragihandin ku Komkujiya Parîsê dewama komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.   Nûnerê NCDK'ê jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetên Ewropayê bi taybetî jî Fransayê da û got, "Ev komkujiya nemerdane di şexsê Sakîne Cansiz de li dijî Gelê Kurd hatiye kirin.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hesabê komkujiyên li ser Gelê Kurd hatine kirin wê bê pirsîn.   Çalakî bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Kujer Erdogan" bi dawî bû.