Hejmara kesên li Cizîr û Hezexê hatin binçavkirin zêde bû 2022-01-09 13:42:08     ŞIRNEX - Di serdegirtinên Malan li li Cizrî û Hezexê hatin kriin de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 10'an   Li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê bi ser malan de hat giritn û gelek kes hatin binçavkirin.  Li Cizîrê di serdegirtinên malan de Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî, endamê MEBY- DER'ê Huseyîn Înedî, Şukru Acar û Mazlum Duru, Azîz Sonmez, Mela Saît Ozdemîr, Kamîl Balkik, Mehmet Emîn Çikmaz û Mustafa Çomelek, li Hezexê jî endama Meclisa Şaredariyê ku ji peywirê hatibû dûrxisitin Medya Hezar hat binçavkirin.     Hevîdtina bi parêzeran re qedexe kirin   Kesên ku hat diyarkirin di encama lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatiye destpêkirin hatine binçavkirin birin Muduriyeta Polîsan ya Şirnexê. Hat diyarkirin ku ji bo 24 saetan hevdîtina kesên hatine binçavkirin bi parêzeran re jî hatiye qedexekirin.   Hat diyarkirin ku di demên pêş de dibe hejmara binçavkirinan jî zêde bibe.