Mîtînga HDP'ê ya 'Em ê biguherin demildest îstîfa' bi coş hat destpêkirin 2022-01-09 13:27:05     KOCAELÎ - Mîtînaga HDP'ê ya bi dirûşma "Em ê biguherin demildest îstîfa" a li Kocaeliyê bi coşke mezin bi govendê hat destpêkirin.    Mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Bazara Taxê ya  li navçeya Gebze ya Kocaeliyê bi dirûşma "Em ê biguherin, demildest îstifa bikin" bi coşeke mezin dest pê kir. Ji saetên sibehê ve qada mîtîngê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Kesên ku hatin qada mîtîngê di 3 nuqteyên lêgerînê yên cuda re hatin derbaskirin û piştre derbasî qadê hatin kirin.   Li qada mîtîngê pankarta "Dem dema HDP êdî bes e bes" hat daliqandin, parlamenterên HDP'ê, hilbijêrê û bi sedan kes ji heft salî heta heftê salî tevli mîtîngê bûn. Di merasîmê de dirûşma "Be Serok jiyan nabe" hat berzkirin û bal hat kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîda girankirî de ye. Di mîtînga ku ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane bi deqeyeke rêzgirtinê des tpê kir de, hunermend Pinar Aydinlar helbesta "Êrîş heye, ber bi rojê ve biherike" xwend. Girseyê jî bi dirûşmeyên “Şehîd Namir” bersiv da.   Mîtînga ku bi awazên hunermend Pinar Aydinlar dewam dike, tê payîn ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Parlamenterên HDP'ê Musa Pîroglu, Omer Faruk Gergerlîoglû û Kemal Bûlbûl jî tevli bibin.