Emîne û Ferît Şenyaşar: Dest ji parastina kesên serdest berdin! 2022-01-09 12:43:05     RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 307'an de lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, ev tişt got: "Kesên komkujî pêk anîn li derve ne, mexdûr jî li pêşiya edliyeyê ne, em tenê daxwaza edaletê dikin."   Di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Li dijî vê zilma li hemberî ferdên malbata wan hat kirin Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi "Nobeta Edaletê" kirin. "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar di roja 307'an de berdewam dike.    Ji ber ku dawiya heftê ye malbata Şenyaşar çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal wêneyê Nobeta Edaletê ya malbata Gulistan Dokû ku li ber Edliyeya Dersimê Nobeta Edaletê digire parve kir û li ser parvekirinê ev şîrove kir: "Em ne heqaretê li kesekî dikin ne jî gel sewqî kîn û nefetê dikin. Tenê em dixwazin dengê xwe bigihînin rayedaran. Dev ji parastina kesên serest berdin! Kesên komkujî pêk anîn li derve ne, mexdûr jî li pêşiya edliyeyê ne, em tenê daxwaza edaletê dikin."