ROJEVA 9'Ê ÇILEYÊ YA 2022'YAN 2022-01-09 09:00:00     *Çîrokên 20 jinên nivîskar ên kurd ên li Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Dîasporayê di pirtûka bi navê Antolojiya Êşên Jinan "20 jin, 20 çîrok" de hatin tomarkirin û hatin weşandin. Ji nivîskarên pirtûkê û di heman demê de berhevkara pirtûkê Yasemîn Elban têkildarî pirtûkê axivî. Yasemînê got:"Jinên kurd afrîner in û pêwîst e bi berhemên bi vî rengî ji bo pêşerojê mîraseke mayînde bihêlin."  DÎMEN HEYE   *Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya EMEP’ê Selma Gurkan û Parêzera Partiya Çep Gîzem Ozdem diyar kirin ku daxwazên malbatên girtiyan yên çûne serdana wan, daxwazên wan e jî û got ku ew ê teşhîrkirina polîtîkayên desthilatdariyê yên li girtîgehan, berdewam bikin. DÎMEN HEYE   *Nivîskar û dîroknas Ayşe Hur, balkişand ser butçeya ji teknolojiya çekan re hatiye veqetîn û got çekên bi vê butçeyê tên girtin li dijî kurd û elewiyan tên bikaranîn û balkişand ser girîngiya rêxistina li dijî vê polîtîkayê. DÎMEN HEYE   *Bê edaletî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Civak an jî hikûmeteke ku ne adîl be medyaya wan jî di nav de bi hemû organên xwe mecbûrên têkçûnê ne...DÎMEN HEYE