BMG: Ji bo girtiyên nexweş em ê têkoşînê mezin bikin 2022-01-08 15:15:34   ENQERE - Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyan civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir Saziya Tiba Edlî bi fermanê dixebite û  berdana girtiyên nexweş asteng dike.    Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Tecrîd mirovahiyê ye” hat daliqandin.    Li ser navê BMG’ê Dogan Koç daxuyanî xwend û diyar kir ku muameleya li hember girtiyên nexweş bi serê xwe îşkence ye û girtî li dijî binpêkirinên mafan, tecrîd û îşkenceyê serî radikin.   Dogan, destnîşan kir ku li gel raporên “Nikarin di hepsê de bimînin” ên girtiyên nexweş hene jî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) ji ber fermana distîne berdana girtiyan asteng dike û got: “ATK bi fermanê dixebitin û lewma berdana girtiyan asteng dike. Divê ATK demildest dawî li vê yekê bîne û ji bo girtiyên nexweş bikeve nava tevgerê. Ev tenê ne bes e. Divê em jî wek hêzên yekgirtî ji bo xwedî li berxwedana girtiyan derkevin bikevin nava tevgerê û têkoşîna xwe mezintir bikin.”    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê parêzer Omer Farûk Yazmaci jî anî ziman ku tecrîd li çar aliyên Tirkiyê belav bûye û wiha axivî: “Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir li çar aliyan belav bûye. Li dijî birêz Ocalan rewşek taybet heye. Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din û parêzerên wan nikarin biçin hevdîtinê. Êdî ev tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bûye. Tevî van şertên tecrîdê jî girtiyên nexweş nayên berdan. Dewlet ATK’ê wek amûrê bikar tîne. ATK jî bi fermana rayedaran dixebitin. Ji ber vê helwesta ATK’ê girtî nayên berdan. Em dibêjin divê ATK tavilê ji bo girtiyên nexweş gav biavêje.”