Li girtîgeha Amedê ‘Axaftina bi dîmen’ ket dewrê: Fatureya mehane 150 TL ye 2022-01-08 09:09:33   ENQERE - Pêkanîna lêgerîna bi dîmen ya li girtîgehan ku demek dirêj bû di rojevê de bû li girtîgehên wek herêmên pîlot hatin hilbijartin, dest pê kir. Yek ji herêmen pîlot ya hat hilbijartin girtîgeha Jinan a Amedê bû. Ozlem Seyhan ya li girtigehê girtî bû got: “Bi  kabînên hatine bicihkirin, armanc dikin li koxuşan girtiyan bi giştî tecrîd bikin, îzolasyonê zêde bikin. Di koxuşê me de kamera hene, ji xwe em 24 saetan tên temaşekirin.”   Li girtîgehan binpêkirinên mafan yên tên jiyîn yek din lê hat zêdekirin û ‘Pêkanîna lêgerîna bi dîmen’ a demek dirêj bû di roejvê de bû, li herêmên pîlot yên hatin hilbijartin dest bi pêkanînê hat kirin. Girtîgeha Jinan a Amedê jî yek ji herêmên pîlot a hatiye hilbijartinê ye. Ozlem Seyhan ya li girtîgeha Jinan a Amedê girtiye bi nameyekê binpêkirinên mafan û pêkanîna ketiye jiyanê, ragîhand.   ‘Armanc zêdekirina îzolasyonê ye’   Ozlemê bi lêv kir ku projeya axaftina bi dîmen a wezareta dadê ev demek bû dihat axaftin û ji bo ev pêkanîn bikeve faliyetê yek ji cihên wek pîlot hat hilbijartin girtîgeha Jinan Amedê bû û wiha got: “Hefteya borî li koxuşên me kabînên mezin yên vê pergalê (axaftina bidîmen) hatin monte kirin.Tevî hemû îtîrazan gotin talîmata wezaretê ye û xistin koxuşan. Em fêrbûn ku ev kabîn tenê ji bo axaftina bi dîmen nînin, peywira gelek tiştî dibîne, mînak nivîsandina faksan, nivîsandina daxwaznameyan, dan û standina kantîne, revîr, jimartin, bi deng telefonkirin û her wekê din wê lê bên kirin. Bi van kabînan armanc dikin ku girtiyan bi giştî li koxuşan tecrîd bikin, îzolasyonê zêde bikin. Hewl didin kes ji koxuşê dernekeve, hewcedariyên wekê korîdor, revîr û wekên din ji holê rabikin.”   ‘Fatura telefonê mehane 150 TL ye’   Ozlemê bi lêv kir ku ev pêkanîn bi xwere pirsgirêkan tîne û ev tişt bi lêv kir: “Bikaranîna telefona bi deng ji bo me gelek bi pirsgirêke. Tenê numareya telefona bêrîkê tê qeydkirin. Du xetên din yên telefonê wek xetên sabît hatine çêkirin. Ji bilî xetên sabît rêjeya bikaranînê li holê ye. Dîsa gelek girtî xwedî mafên ku sê numareyên telefonê bîkar bîne ne. Dema ku bikaranîna bi qertê ya telefonê tunebe ev gelek biha ye. 10 deqe axaftin 5,5 lîraye. Bikaranîna vê ji bo serî kesî 150 TL ye. Li holê ye ku ev pêkanîn tê ferzkirin. Ger bikeve faliyetê wê encamên wê bên dîtin.”   ‘Wê li hemû girtîgehan bikeve meriyetê’   Ozlemê got girtîgeha lê dîmîne Tîpa T ye û avabûna wê ya fîzîkî gelek biçûke û ji koxuşên 16 kesî pêk tên. Ozlemê wiha dirêjî dayê: “Kabîna hevdîtina bidîmen, liqada hevpar a katê jêr hatiye bicihkirin. Cihê em lê xwarinê bixwin nema. Cihê em li koxuşê bigerin nemaye. Em lihev diqelibin. Ev pergal wê li hemû girtîgehan bê bicihkirin. Em ji hevdîtinên bi rêveberiya girtîgehê re encamê nagirin. Dibêjin pergal navendiye. Di serî de wezaret, hemû saziyên me jê re nivîsandin encamekê nadin. Zindan anîne asta ku mirov nikarin lê bijîn.”   ‘ 24 saetan em tên şopandin’   Ozlemê dawiya axaftina xwe de diyar kir ku  ji ber pandemiyê du sale hevdîtinên vekirî nayên kirin û hevdîtina dawÎ ya hatiye kirin jî nîv saet bûye û wiha dawî lê anî: “Heta malbat û girtî li hev dipirsin dem diqede. Malbat bi berfirehî lêgerîn kirine. Ji me re jî gotin pêlavên xwe derxin dawşînin. Kamera ji xwe di koxuşên me de hene. Em 24 saetan tên şopandin. Ger em pêlavan dernexin me nabin hevdîtinê. Li ser israra malbatan em derketin hevdîtinê. Yanî bi qurtasî tiştên ku mirov didin zorê ne. Mehek berê Rêziknameya Înfazê hat nûkirin. Her çiqas îbareya ‘tazî’ bê guhertin jî gelek biryarên nû hene.Wê hemû li pey hev derkevin pêşberî me. Em her roj bi tiştekî nû şiyar dibin. Ka em binêrin çi li bendê me ne.”