Ji malbatan li dijî wezareta dadê bertek: Rûyê wan tune ye derkevin pêşberî me 2022-01-08 09:03:02   Hîkmet Tunç   WAN - Dayikên Aştiyê yên ji Geverê derketin rê ku piştî rêwistiya du rojan şûnde xwestin bi wezareta dadê re hevdîtinê bikin hatin derbkirin. Jinan tiştên jiyan vegotin: “Rûyê wan tune ye derkevin pêşberî me. Ji ber tirsiyan bi dehan polîsan em asteng kirin.”    Çalakiya Nobetê ya xizmên girtiyan a li Baroya Amedê hat destpêkirin û ya li Baroya Wanê hatiye destpêkirin  didomin. Di çarçoveya çalakiyên bi hefteyane li Amed û Wanê berdewam dike de , ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Edene, Stenbol, Colemêrg û Agiriyê ‘Malbatên di Nobeta Edeletê’ de çûn Enqereyê. Malbatên ku çûn serdana Rêxistinên Civaka Sivîl û partiyên siyasî, ber bi Wezareta Dadê meşek pêk anîn lê ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û astengkirin.   ‘Em ji bo edeletê çûn, lê me edelet nedît’   Malbatan piştî hevdîtinên li Enqereyê, ber bi bajarên xwe ketin rê û çalakiya ‘Nobeta Edeletê’ didomînin.  Malbatên ji Colemêrgê çibûn Enqereyê der barê pêkanînên pê re hatin rû hev ji ajansa me re nirxandin kirin. Dayika Aştiyê Fadîle Polat ku bi daxwaza edeletê ji Gevera Colemêrgê çû Enqereyê wiha got: “Li Enqereyê bi sedan polîsî em asteng kirin û li me dan. Em bi zorê li wesayîtan siwar kirin. Di mudaxaleyê de ez hatim derbkirin. Hîna jî pişta min diêşe. Em ji bo edeletê çûn lê me edelet nedît.”   ‘Edelet tune ye; zilm, şîdet û îşkence heye’   Fadîleyê destnîşan kir ku li navçeya wan bi dehan xizmên girtiyan hene û girtiyên wan li bajarên dur yên wekê Trabzon, Rîze, Erzirom û Samsunê girtî ne û ev tişt daxuyand: “Malbatên ku bi salane zarokên xwe nedîtine hene. Malbat di alî aborî û manevî de mexdur dibin. Derfetên wan tune ne biçin serdana zarokên xwe. Em li edeletê digerin lê edelet tune ye. Zilm, îşkence û şîdet heye. Malbat li derve, zarok li hundir mexdur in, bê çare ne.  Hinek malbat hene 8 sal in zarokên xwe nedîtine.”   ‘Wê têkoşîna me bidome’   Fadîleyê got ew li dijî mudaxaleya li wan hatiye kirin natirsin û wiha pê de çû: “Di destê me de çek tune bû. Em ji bo kesî bikujin neçibûn. Em ji bo aştiyê çibûn. Lê êrîşê me kirin. Em derb kirin. Ji hestiyên miriyan jî ditirsin. Hinek dayik 80 salî zêde bûn. Gelo wê van dayikan çi bikira? Em jî mirov in, dayik in. Me bi zor û zehmetî zarokên xwe mezin kirin. Xwedê em Kurd dane. zimanê me Kurdî ye. Em çi bikin. Em ji rêbertiya xwe agahiyekê dipên. Em dixwazin bê berdan. Ew çi jî bikin wê têkoşîna me bidome.”   ‘Ya tu ji me yî yan jî tu tunî’   Dayika hevşaredar Remziye Yaşar ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin û hat girtin, Mahsîme Yaşar jî bi lêv kir ku du zarokên wê girtî ne û kurê wê yê li Trabzonê girtiye, ev du sale nedîtiye û ev tişt daxuyand: “Keça min li Xerpêtê girtî ye. Kurê min li Trabzonê. Her du zarokên min jî bê sûc girtî ne. Yekane armanca wan polîtîkaya ‘ya tu ji me yî an jî tu tunî’ ye. Ev wekê din tiştek nîne. Ez jî çûm Enqereyê. Em tevli civîna koma HDP’ê bûn. Piştre me xwest em daxuyaniyê bidin. Tenê maskeyên me di destê me de bûn. Bi dehan polîsî êrîşê me kirin. Bi pîhîn û copan em xistin wesayîtan. Lê em dibêjin ku zarokên me bibin aliyên din yê cîhanê jî em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em têkoşîna mirovahiyê didin. Li welat mafê mirovan nemaye. Tu tiştekî der barê mirovahiyê de nemaye. Em mafên xwe dixwazin.”   ‘Minê bigotinan edalet pêk tê gelo?’    Mahsîmeyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ger min wezîrê dadê bidîta minê bigota; Tu wezîrê dadê yî, li vî welatî gelo edelet heye, tu edeletê dibînî? Minê bigota ger edeletê dibîne bila ji me re jî vebêje. We kurê min bir Trabzonê. Ez gotinek tirkî nizanim. Yek xizmekî min li wir tune ye. Ez bi şev diçim bi şev têm. Der barê keça min û kurê min de delîlek şênber bide ber min. Keça min hevşardar bû.  Em ji dewleteke bê edelet, edeletê dipên. Em ê teqez mafên xwe bigirin.”   ‘Rûyê wî tunebû derkeve pêşberî me’   Dayika Aştiyê Gullu Polat jî balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî dayê: “Min wezîrê dadê bidîta minê bigota; cenazeyên zarokên me dertên. Birêz Ocalan nikare bi malbatê re hevdîtinê bike. Çima nikare bi parêzeran re hevdîtinê bike? Minê bigota derkeve pêşberî me em te bibînin. Ji gelek bajaran dayik hatibûn. Lê rûyê wezîrê dadê tunebû derkeve pêşberî me. Di êrîşa polîsan de me dît ku tu car edelet ji me re tuneye. Her tim îşkence û zext li me kirin.  Zarokên me tên tecawizkirin, jiyana xwe ji dest didin. Êdî bes e. Minê ev ji wezîr re ragîhandana. Lê ruyê wî tunebû derkeve pêşberî me. Ji ber ji me tirsiyan bi dehan polîs bi ser me de şandin.”