'Nobeta Edaletê' di roja 53'yan de ye': Daxwazên we daxwazên me ne 2022-01-07 15:45:07   AMED/WAN - Serdanên ji bo "Nobeta Edaletê"  ku li Baroya Amedê û Wanê hatiye destpêkirin berdewam dikin. Di serdanên hatin kirin de peyama "Daxwazên we daxwazên me ne" hat dayîn.   "Nobeta Edaletê" ya ku ji bo girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine betalkirin li avahiya xizmetê ya Baroya Amedê ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 53'emîn de berdewam dike. Îro ji aliyê Perwerdekarên MA Muzîkê ve û Sendîkaya Kedkarên  Perwerde û Zanistê (Egitîm Sen) a Amedê ve serdana piştevaniyê ya çalakiyê hat kirin.    Bavê girtiyê bi navê Ciwan Boltan Hakki Bolatan, diyar kir ku ew bi serdana perwerdekarên Ma Muzîkê gelek kêfxweş bûne  û got ku ew bi piştevaniya ji aliyê cuda cuda ku digirin wê di çalakiya xwe de bi ser kevin.    'Bila girtî bên berdan'   Ji perwerdekarên Ma Muzîkê Helîm Barîn jî diyar kir ku ew rewşa girtîgehan ji nêz ve dişopînin û ev tişt got, "Em berxwedana we ya li vêderê jî ji nêz ve dişopînin. Daxwazên we daxwazên me ne. Daxwaza me ew e ku demek berî demekê ev daxwaz bên bicihanîn. Girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatiye betalkirin li gel ku divê bên berdan nayên berdan. Em dixwazin ku girtî bên berdan."   Pitî axaftinan jî perwerdekaran serdana xwe berdewam kir û xizmên girtiyan jî bi stranên xwe demên hestiyar dan buhartin.    Têkoşîn ya me hemûyan e'   Piştre jî ji heyeta Egitîm Senê, Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Şaxa Amedê ya Hejmara 2 Fesîh Zîrek axivî û wiha got, "Gelek mînak hene ji bo rewşa girtiyên nexweş. Li hemberî girtiyan polîtîkayên cuda tên meşandin. Kesên ku nikaribin di girtîgehê de bimînin divê demildest serbest bên berdan .Em jî wekî Egitîm Senê em ê hata dawî li gek malbatên xwe bin .Têkoşîna wan ya me hemûyan e."   Wan    Li Wanê jî "Nobeta Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin di roja 29'emîn de berdewam dike. Nobeta ku li avahiya Baroyê berdewam dike ji aliyê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ve serdana wê hat kirin.    Daiyka Aştiyê Zekiye Kaya a ku di serdanê de axivî diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyê û got, "Edalet nemaye. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin."