Çalakiya li Sêmalkayê di roja 95'an de didome 2022-01-07 14:17:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya çalakgerên li ber deriyê Sêmalkayê ya ji bo girtina cenazeyên xwe di roja 95'an de didome   Ev 95 roj in çalakiya li Sêmalkayê didome. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane berê xwe didin deriyê sînor ê Sêmalkayê û nobetê digirin.   Heta niha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bangewaziyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo radestkirina cenazeyên pakrewanan, nehatine bersivandin.   Îro şêniyên navçeya Girkê Legê çalakî ji şêniyên navçeya Çilaxa dewr girt. Piştî wê hevseroka navçeya Girkê Legê Newroz Ehmed axivî û piştrast kir ku heta niha û ruxmî 95 rojan PDK guh nade daxwazên malbatên pakrewanan.   Newrozê wiha domand: "Çalakgeran soz da ku heta wergirtina cenazeyên şehîdan dê çalakî berdewam bike. Dayikên Aştiyê û ciwanan berê xwe da deriyê sînor ê Pêşxabûr da ku nameyekê radestî rayedarên PDK'ê bikin lê PDK'ê bi girtina deriyên sînor bersiva wê nameyê da."