'Nobeta Edaletê' di roja 305'an de ye: Ji bo Tirkiyeyê azmûneke dîrokî ye 2022-01-07 13:13:42     RIHA - "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 305'an de didome. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got:"Ev têkoşîn ji bo edaleta Tirkiyeyê azmûneke dîrokî ye."   Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 305'an de didome.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hesabên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê etîket kir û ev peyam parve kir: "Ya kesên qels li dijî kesên bi hêz, feqîran li dijî dewlemendan diparêze edalet e. Ji ber dozgerên tirsonek ku nikarin ji kesên bi hêz hesab bipirsin hene, hêsirên dayikan ên dirijin ser terazûya edaletê didomin. Ev têkoşîn ji bo edaleta Tirkiyeyê ezmûneke dîrokî ye."