'Di şexsê 5 rojnamegeran de hemû rojnameger hatin darizandin' 2022-01-07 13:01:44     Hikmet Tunç   WAN - Ji rojnamegerên ji ber bûyera avêtina du welatiyên ji helîkopterê ya li Navçeya Şaxê ya Wanê kiribû nûçe û doz lê hatibû vekirin, Nazan Sala wiha got:"Di şexsê 5 rojnamegeran de hemû rojnameger hatin darizandin. Ez welatekî ku hemû hevalên me yên rojnameger bikaribin lê bi awayekî azad rojnamegeriyê dikin hêvî dikim. "   Di 2020'î de li Navçeya Şaxê ya Wanê Servet Turgut û Osman Şiba ji helîkopterê hatibûn avêtin. Nazan Sala, Şehriban Abi ji nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bilen û Cemil Ugur ji ber ev bûyer ji raya giştî re ragihandin di Cotmeha 202'î de hatibûn binçavkirin û piştre hatin girtin.    Binpêkirina mafên li girtîgehan dewam kirin   Di pêvajoya lêpirsîna rojnamegeran de rojnameger ji ber nûçeyên ku çêkirin hatin xwestin bên cezakirin. Di wê demê de jî binpêkirina mafên li girtîgehan dewam kirin. Şehriban û Nazan bi hinceta pandemiyê di hucreyê de hatin girtin û bi girtiyên edlî re di heman korîdorê de hatin hiştin û bi binpêkirina mafan rû bi rû hatin hiştin. Nazanê ji ber lingê xwe yê protek demên dijwar derbas kir.    Rojnameger piştî 6 mehan girtî man şûnde bi piştevaniya raya giştî û hevalên xwe di 2'yê Nîsanê de di rûniştina yekem de hatin tehliyekirin. Rojnamegerên bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan mecbûr man ku her hefte îmzeyê bidin.    Derbarê 5 rojnamegerî de biryara beratê hat dayin    Di rûniştina biryarê ya doza do li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin de 5 rojnamegerên bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihatin darizandin berat kirin. Derbarê Nazanê de parvekirineke di 2007'an de wekî hincet hat nîşandan û salek û 3 meh ceza ji bo Nazanê hat birîn.    Rojnameger Nazan Sala li ser pêvajoya dosyayê û biryara beratê nirxandin kir.    'Salek û 3 meh hukmê cezayê hat dayin'   Nazanê da zanîn ku ji bo biryara beratê divê em matmayî nemînin û wiha got:"Di şexsê 5 rojnamegeran de hemû rojnameger hatin darizandin. Ji ber pêvajoya pandemiyê jî me li girtîgehê demeke dijwar derbas kir. Di pêvajoya salek û nîveke me ji me girt de me nikaribû pîşeya xwe bikira. Bi rê û rêbazên cuda xwestin pîşeya me ya rojnamegeriyê asteng bikin."   'Nedim û Ziya girtî ne'   Nazanê ji bo biryara beratê ya dadgehê wiha got:"Me bextewar kir, lê belê li ber serê me li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê Ziya Ataman, Nedim Turfent û gelek hevalên me yên din girtî ne. Em hêvî dikin ku ev encama rûniştina me ji yên din re bibe mînak. Ez welatekî ku hemû hevalên me yên rojnameger bikaribin lê bi awayekî azad rojnamegeriyê dikin hêvî dikim. "