Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye bi cidiyet li raporên CPT'yê nanêre 2022-01-07 09:06:05   Nişmiye Guler   STENBOL- Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk destnîşan kir ku tecrîda li Îmralilyê di 2021’ê de girantir bûye û li dijî vê tecrîd di qada Tirkiye û navneteweyî de zêdetir bûye rojev û got: “Hîna jî serdan nayên kirin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye bi cidiyet nêzî raporên CPT'ê nabe.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sale li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Ji 25’ê Adara 2021’ê het aniha tu agahî jê nayê girtin.  Buroya Hiqûqê ya Asrinê seranserê salê ji bo hevdîtin bên kirin hewl da û serî li rêxistinên neteweyî û navneteweyî da ku li Îmraliyê lêkolîn bên kirin û ji bo pêşiya hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bê vekirin, bikevin tevgerê.   Serlêdana CPT'ê    Parêzeran herî dawî  di 4’ê Çile de  der barê ku agahî ji muvekîlên wan Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş  10 meh e nayê girtin de rapor da CPT'ê. Parêzeran da zanîn ku ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha tu agahî ji wan nayê girtin û gotin divê dawî li van pêkanînan bê û divê CPT demildest biçe Îmraliyê.   Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk der barê tecrîd û serlêdanê de ji ajansa me re axivî.   ‘Tecrîd giran bû’   Raziyeyê bi lêv kir ku di 2021’ê de tecrîd giran bûye û  tenê hevdîtinek telefonê ya 4-5 deqeyan ku ew jî nîvco hatiye hiştin hatiye kirin û got: “Me bi tu awayî bi muvekîlên xwe re hevdîtin nekir. Di 25’ê Adarê de hevdîtinek telefonê hat kirin û ev jî di encama bertekên rayagiştî de pêk hat. Tecrîda bi salane tê meşandin di 2021’ê de hîn bêtir giran bû.”   ‘Rayagiştî li dijî dijhiqûqiyê însiyatîf pêş xist’   Raziyeyê balkişand ser peyama Abdullah Ocalan ya di hevdîtina 25’ê Adarê de û wiha axivî: “Birêz Abdullah Ocalan di 25’ê Adarê de pir aşkera dijhiqûqî û kêyfiyetê tîne ziman û îtîrazê vê rewşê dike. Xwestiye bi parêzeran re hevdîtinê bike. îfadeyên Ocalan gelek zelal û tên fêmkirinê ne. Lê mixabin  ji ber rêveberiyeke ku di polîtîka neçareseriyê de israr dike heye, hîna encamek nehatiye girtin. Di 2021’ê de rayagiştî ya demokratîk li dijî dijhiqûqiya li Îmraliyê hem di qada neteweyî hem di qada navneteweyî de însiyatîf pêşxist.  Ger ev însiyatîf bidome wê encamek bê girtin.”   ‘Tecrîd girtin rojeva xwe’   Raziyeyê balkişand ser serlêdanên ku seranserê salê kirine û got bersivek erênî nehatiye girtin û ev jî ji tecrîda tê meşandin tê fêmkirin. Raziyeyê wiha da zanîn: “Lê dîsa jî geşedanên erênî hatin jiyîn. Di 2021’ê de saziyên mafên mirovan û hiqûqê ligel me tecrîd zêdetir kirin rojeva xwe. Di vê mijarê de gelek serlêdan û banga hestiyariyê hatin kirin. Bû rojeva sereke. Di vî alî de em hêvî dikin ku heta encam bê girtin ev bidome.”   Raziyeyê wiha dirêjî dayê: “Biryara ku DMME’yê der barê Birêz Ocalan de ya der barê ‘mafê hêviyê’ de daye, biryarek aydê sala 2014’an e. Mixabin ev biryar 7 sal şûnde hat rojeva Komîteya Wezîran. Ji ber vê geşedaneke ku dereng pêk hatiye ye. Ev ji bo zemîna hiqûqî ya azadiya Birêz Ocalan girîng e. Dereng be jî destkeftiyeke girîng e.”   Hiqûqa taybet   Raziyeyê balkişand ser hiqûqa taybet a li Îmraliyê tê meşandinê û wiha nirxandin kir: “Hiqûqa taybet ya li Îmraliyê di çarçoveya konsepta navneteweyî de hatiye diyarkirin û dihiqûqî û kêfiyet mijara gotinê ye.  Di alî siyasîde, mijara Kurd de wek konsepteke giran a neçareseriyê derdikeve pêşberî me. Armanc ev e ku Birêz Ocalan  di alî îradeyê de bê teslîmgirtin. Lê tevî 23sal der bas bûye jî Birêz Ocalan bi perspektîfên xwe her tişt vala derxistiye. Cezayên dîsîplînê yên li Birêz Ocalan tên birîn jî dijhiqûqî û kêfî ne.”   ‘Tirkiye cidî nêzî raporan nabe’   Raziyeyê dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “CTP di raporan de gotibû divê Tirkiye hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bide destpêkirin. Lê Tirkiye bi cidiyet nêzî raporan nabe. Em ê tecrîdê ji vir şûnde zêdetir bigirin rojeva xwe.  Hewldanên me wê her tim bidome. Divê hemû sazî tecrîdê zêdetir bikin rojeva xwe.”