6 jinên kurd ên siyasetmedar li Rihayê hatin bibîranîn: Em ê hesab bipirsin 2022-01-06 16:29:50     RIHA - Li Rihayê bi pêşengiya TJA'yê 6 jinên kurd ên siyasetmedar li Rihayê hatin bibîranîn. Di daxuyaniya ku hat dayin wiha hat gotin:"Em ê heta dawiyê hesabên van komkujiyana bipirsin. Bi hêza em ji wan digirin em ê ala wan a serhildanê hilgirin."   Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Sakine Cansiz, Fidan Dogan ve Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsa Firansayê hatin qetilkirin û Sêvê Demir, Pakize Nayir, Fatma Uyar ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî bibîranîna li ber avahiya HDP'ê hat lidarxistin bûn.    Li bibîranînê find hatin vêxistin. Li sînevizyona çîrokên jinên kurd rave dikirin hatin temaşekirin. Piştî sînevizyonê jinan li ber Rêxistina HDP'ê daxuyanî dan.    Ayşeyê diyar kir ku di dîroka kurdn de gelek komkujî hene û di van komkujiyanan de di serî de jin hedef hatine girtin. Ayşeyê got komkujiya li ser Sakine, Leyla û Fidanê di dema pêvajoya muzakereyên li Girava Îmraliyê dihat meşandin de pêk hatiye.    Sedsala azadiya jina kurd   Ayşeyê wiha domand:"Bi qetilkirina her sê hevalên me yên jin tesfiyeya siyaseta demokratîk hat hedefgirtin. Kesên Sakine qetil kirin xwestin hevdîtinan vala derxin. Kesên tehemula wan ji aştî û demokrasiyê re tune ye komkujî pêk anîn. Li Silopiyê jî 6 sal berê Nayir, Demir û Uyar hatin qetilkirin. Lê belê hîn berpirsên wan derneketina holê. Em ê heta dawiyê hesabên van komkujiyana bipirsin. Bi hêza em ji wan digirin em ê ala wan a serhildanê hilgirin."   Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.