'Nobeta Edaletê' di roja 304'an de ye 2022-01-06 12:58:56     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja "Nobeta Edaletê" ya 304'an de li hesabê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir:"Yên bêdeng dimînin civak wan efû nake."   Parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibû. Li dijî vê êrişî bi armanca ku kujerên bên darizandin û ceza li wan bê birîn Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatê di roja 304'an de berdewam dike.    Malbat, ji bo hevdîtina bi Fadil Şenyaşar re ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê girtin çû Xarpêtê û li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev parvekirin kir: "Me ev zillm qebûl nekir. Wê civak kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin û paşguh dikin efû neke! Maf! Hiqûq! Edalet! Têkoşîna me di roja 304'an de berdewam dike."