Ji cihê ku herî dawî Gulîstan lê hatibû dîtin bang: Gulîstanê bibînin 2022-01-05 17:00:28     DÊRSIM - Malbata Gulîstan Doku ya ku du sal e agahî jê nayê  girtin, ji cihê herî dawî ku Gulîstanê lê hatibû dîtin; ji ser Pira Dînarê bang kir û got, "Gulîstanê bibînin"   Platforma Jinan a Dêrsimê, li ser Pira Dînarê ya ku Gulistan Doku ya xwendekara Zanîngeha Munzurê ku ji 5'ê Çileya 2020'î ve winda ye lê cara dawî hatibû dîtin hat gel hev. Li gel nedamên platformê malbata Gulîstanê jî hat cihê pira lê ye û xwest ku eqûbeta keça wan bê diyarkirin. Xuşka Gulîstanê Aygul Doku, diyar kir ku gelek parî, komele û saziyên civaka sivîl xwestine Gulîstanê bê dîtin lê rayedarên AKP -MHP'yî tu gav navêtine.     Aygul anî ziman ku bi axaftina wê Gulîstanê bibînin hatine xapandin û got ku derbarê dosyaya wê de tu lêkolîneke bi bandor nehatiye kirin. Aygul diyar kir ku derbarê gumanbarê sereke Zaînal Abarakov e du lêpirsîn nehatiye kirin û got ku çiema nayê darizandin.    Malbat û endamên platformê, piştre derbasî ber Edliyeya Dêrsimê bûn.