Berxwedana li Deriyê Sêmalka di roja 93'yan de ye 2022-01-05 16:07:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya malbatên HPG'yiyan a li ber Deriyê Sêmalka di roja 93'yan de berdewam dike.    Çalakiya malbatên HPG'yiyên ku cenazeyên xizmên wan ji aliyê PDK'ê ve nayên radestkirin a li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê di roja 93'emîn de berdewam dike. Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê û Rêxistina Saziyên Sivîl a li Çilaxayê jî tevli çalakiyê bûn. Kesên ku tevli çalakiyê bûn ji aliyê Gelê Tirbespiyê ve hatin pêşwazîkirin.    Endamê Meclisa Malabtên Şehîdan a Kantona Hesekê Mihemed Dawî nedayîna cenazeyan a ji aliyê PDK'ê ve şermezar kir.