6 jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn 2022-01-05 14:26:00     ŞIRNEX - TJA’yê jinên siyasetmedar ên kurd ku li Silopî û Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minesebeta salvegera qetilkirina Endama Meclîsa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Aktivîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de,  di 4'ê Çileya 2016'an de hatibûn qetilkirin bîr anîn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar, Parlementerên HDP'ê Nuran Îmîr, Muazzez Orhan, rêxistinên HDP'ê yê navend û navçeyê tevlî bîranînê bûn. Bibîranîn li ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê pêk hat.   ‘Gelê kurd serê xwe natewîne’   Li  ser navê dayikên sê jinên hatin qetilkirin dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî. Sakine, da zanîn ku daxwaza wan welatekî azad û aştiyeke mayînde bû û wiha got: “Di kesayeta her sê hevalan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Şehîdên me şehîdên tevahî Kurdistanê ne. Wan li ber çand, ziman û nasnameya xwe têkoşîn dan. Wan aştî û aramî dixwestin. Ji bo aştiyeke mayînde ev barê giran danîn ser milê xwe. Heta ku jin azad nebe,welat azad nabe. Îro roj roja aştiyê ye, roj roja serkeftinê ye û roj roja yekîtiyê ye. Îro ew kesên ku li ber xwe didin, ji bo aştiyê li ber xwe didin. Destên xwe bidin hev. Îro rizgariya tirkan, ereban û gelên din di destê gelê kurd de ye. Gelê kurd aşitîxwaz e û yekitiyê dixwaze. Gelê kurd serê xwe natewîne. Ji hemû gelan re serkeftinê û aştiyê dixwazin.”   ‘Ev îradeya me zindî dihêle’   Nûran Îmîr a HDP’yî jî bal kişand ser têkoşîna her sê jinên siyasetmedar û ev tişt anî ziman : “Bi saya têkoşîna van her sê hevalan gelê kurd xwe li ser piyan girt. Sê hevalên me yên jin di qada siyasetê de pêşeng û rêveberên gel bûn. Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de, di asta herî jor de xebat dan meşandin. Hem ji aliyê gel, hem jî di aliyê rayedarên dewletê de dihatin nasîn. Bi zanebûn her sê hevalên me hedef girtin. Bi qetlilkirina van hevalên me xwestin ku pêvajoya xwerêvebirinê têk bibin. Jinên  Botanê weke her pêvajoyê di wê pêvajoyê de jî pêşengtî kir. Bi vê komkujiyê xwestin ku hêz û vîna jinên Botanê têk bibin. Lê 6 sal ji ser vê komkujiyê derbas bûn, lê hêrsa me hê weke duh zindî ye. Di her têkoşîndayinê de em vê hêrsê tînîn bîra xwe. Ev îradeya me zindî dihêle.”   'Em kujeran nas dikin’   Nûranê, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî nedarizandina kujeran kir û wiha domand: “Her sê hevalên me li hemberî hişmendiya zayenperest, nijadperest bi salan têkoşîn dan. Tenê daxwazke wan hebû ew jî welatekî azad û jiyaneke wekhev bû. Armanca hedefgirtina wan pêşîlêgirtina netewbûna gelê kurd bû. Lê bi ser neketin û encam negirtin. Em bêtir bi hêz bûn û me têkoşîna xwe mezintir kir. Em kesên ku hevalên me qetil kirin nas dikin. Heta niha yek kes nehat darizandin. Ev 6 sal in ev doz didome, lê hê bêencam e. Hişmendiya ku doza Roboskiyê û jêrzemînên Cizîrê girtin heman e. Lê heta ku em hebin wê lêgerîna me ya edeletê bidomînin. Çi bibe bila bibe em ê ji kujeran hesab bipirsin.”   Piştî axaftinan qerenfîl danîn ser gorên her sê jinan. Piştre girse derbasî navçeya Sîlopyayê bû. Li vir jî siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir di dema qedexeya derketina derve ya navçeya Silopiyayê de di 4'ê Çileya 2016'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Bibîranîna ku li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê hat lidarxistin bi deqîqeyek rezgirtinê dest pê kir.   Hevseroka HDP'ê ya Sîlopiyê Asûman Kulter axivî û  diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên têdikoşîna wan bin.   ‘Bi vê komkujiyê rêya aştiyê hat girtin’   Parlementera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan jî bal kişand ser qetilkirina her 6 jinên siyasetmedar û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di şexsê Sakîneyê de 3 jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin divê mirov armanca wê bizanibe. Dema ku li Îmraliyê hevdîtin pêk hatin ev komkujî pêk hat. Neyar û dijminê me peyamek da gelê kurd. Bi vê komkujiyê rêya aştiyê hat girtin. Bi hedefgirtina wan hem  xwestin ku pêşî li têkoşîna gelê kurd bigirin û hem jî xwestin ku têkoşîna bi pêşengiya jinên kurd qut bikin. Armanca wan ew bû. Lê gelê kurd ev armancên wan vala derxistin û bi berxwedan û tekoşînê bersiva wan da.”   Piştî axaftinan sînevîzyona ku jiyana her 6 jinên siyasetmender vedigot hat temaşekirin. Bername bi xwendina mewlîdê bi dawî bû.