Hevalên Aysel Tugluk: Heta serbest bê berdan em ê bixebitin 2022-01-05 14:06:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevalên siyasetmedar Aysel Tugluk bi nivîseke weşandin bal kişandin ser rewşa tendirustiyê ya Ayselê û wiha gotin:"Heta Aysel Tugluk û di şexsê wê de hemû girtî azad bibin em ê bixebitin."   Hevalên siyasetmedar Aysel Tugluk a ku li Girtîgeha Tîpa F a 1'emîn de tê girtin bi nivîseke weşandin bal kişandin ser rewşa tendirustiyê ya Ayselê û gotin heta girtiyên nexweş serbest bên berdan û ew ê xebatên xwe bidomînin.    Di nivîsa bi serenava ji bo Aysel Tugluk azadî hat weşandin de wiha hat gotin:   "Li welatekî krîterên ku asta pêşketina demokrasiyê diyar dikin yek jê girtîgeh in. Li Tirkiyeyê 384 girtîgeh, nêzî 300 hezar girtî heye. Her wiha binpêkirinên mafan gelek in. Loma em nikarin bêjin li Tirkiyeyê demokrasî heye. Li girtîgehên 1605 nexweş hene girtiyên siyasî nayên tehliyekirin û terkî mirinê tên kirin. Yek ji van siyasetmedarên girtî Aysel Tugluk e.    Aysel Tugluk wekî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xebat kiriye. Di serdema 23'yan de li Amedê di serdema 24'an de li Wanê peywira parlamenteriyê kiriye. Ew siyasetmedar û parêzvana mafên mirovan e. Ji ber axaftinên di serdema parlamenter bû de 10 sal ceza lê hat birîn û ev 5 sal in di Girtîgeha Kandirayê de tê girtin.    Bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomîne   Aysel Tugluk a ku li Girtîgeha Kandirayê tê girtin ev ji 2 salan zêdetir e carê heşê wê dihere û tê. Ji aliyê Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê teşhîsa Demansê hat danîn. Lê Aysel Tugluk di girtîgehê de ye û bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomîne.   Ji bo Aysel Tugluk a ku li girtîgehê her ku diçe nexweşiya wê pêş dikeve Beşa Tipa Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye. Lê belê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê helwesteke siyasî nîşan dide û rapora "dikare di nexweşxaneyê de bimîne" dide hevala me û dibe sedem ku nexweşî her roj girantir bibe.    Em hevalên Aysel Tugluk ên bi wê re xebitîne û em ji ber operasyonên tesfiyeyê yên AKP-MHP'ê mecbûr man ku li Ewropayê li surgunê bijîn. Ger em li Tirkiyeyê bana ji ber cezayên ji edalet û hiqûqê dûr ên tên dayin em ê jî wekî Aysel Tugluk di girtîgehan de bana.    Ji bo Aysel Tugluk bê tehliyekirin û tedawiya wê li derve bê kirin bi armanca em zexteke demokratîk li ser Wezareta Dadê ava bikin me nameyek nivîsand û randevû girtin. Me bang li çapemeniyê, parlamenterên Ewropayê, saziyên mafên mirovan, rêxistinên tendirustiyê, CPT, Parlamentoya Ewropayê û rêxistinên jinan ên cîhanê kir.    Heta Aysel Tugluk û di şexsê wê de hemû girtî azad bibin em ê bixebitin.   Ji bo Aysel TUGLUK azadî !!!   Ji bo Girtiyên Nexweş azadî !!!”   Navên kesên metin weşandin wiha ne:   Selma Irmak-Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê    Leyla Birlik-Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê ya berê    Filiz Koçali-Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê ya berê    Yurdusev Ozsokmenler-Parlamentera HDP'ê ya Dîlokê ya berê    Dilek Ocalan-Parlamentera HDP'ê ya Rihayê ya berê    Nursel Aydogan-Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya berê    Saadet Becerikli-Parlamentera HDP'ê ya Êlihê ya berê    Sibel Yigitalp - Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya berê    Leyla Îmret-Nûnera HDP'ê ya Elmanyayê û Hevseroka Şaredariya Cizîrê ya berê    Bedia Ozgokçe-Parlamentera HDP'ê ya Wanê ya berê û Hevseroka Şardariya Bajarê Mezin a Wanê    Tugba Hezer-Parlamentera HDP'ê ya Wanê ya berê    Besime Konca-Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê ya berê