Li Mexmûrê hersê jinên şoreşger hatin bibîranîn 2022-01-05 13:46:12     MEXMÛR - Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Mexmûrê hatin bibîranîn. Di bernameya bi bîranînê de Fatma Tok axivî û got: "Şehîd Sara bû hêviya jinên bindest. Em bi vê boneyê em her sê jinên kurd ên şoreşger bibîrtînin. Em soza pêkanîn xeyalên hersê şehîdan dûbare dikin."   Siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatin bibîranîn. Bernameya bîranînê li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan pêk hat. Di bernameyê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok axivî û piştre jî sînevîzyonek derbarê têkoşîna her sê jinan de hat nîşandan.    Fadîle di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna hersê jinan û got: "Di şexsê şehîdên meha çileyê hemû şehîdên Kurdistanê bi bîrtînim. Em Sêvê, Pakîze, Fatma û tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan de ditewînin. Şehîdên me rûmet, vîn û rastiya me ne.    Şahadeta heval Sara û herdu hevalên wê, ji bo me pir giran bû. Şehîd Sara bi koma destpêkê re hêvî ji bo Gelê Kurd ava kir û niha em bi saya şehîdên mîna Sarayan em li ser linga ne. Jina şoreşger û pêşengê tevahî jinên azadîxwaz, Şehîd Sara bû. Em çiqas bêjin jî, em nikarin rastî û têkoşîna her sê jinên Kurd bînin ser ziman. Tenê mirov berxwedana Şehîd Sara ya li girtîgeha Amedê temaşe bike, wê mirov sekin û berxwedana Şehîd Sara nas bike. Li dijî her cure êrîş, qirkirin û asîmîlasyonê li ber xweda û bû jina azad.    Sara û hevalên xwe pêşengên têkoşîna jin a azad bûn, wan jiyana xwe ji bo azadî û rizgariya jinê de fedakirin. Heya dawiya jiyana xwe têkoşîn dan ji ber wê yekê ji aliyê dijmin ve hatin hedef girtin. Şehîd Sara bû hêviya jinên bindest. Em bi vê boneyê hersê jinên kurd ên şoreşger bibîrtînin û bejna xwe li ber wan de ditewînin. Em soza pêkanîn xeyalên her sê şehîdan dûbare dikin. Wê rê û doza me serbikeve.”   Piştî axaftinê sînevîzyona li ser têkoşîn, berxwedan û jiyana hersê şoreşgeran hatibû amadekirin, hat nîşandan.    Merasîm bi dirûşmeyên "Bîjî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.