Li Amedê Komeleya 78'an ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xist 2022-01-05 13:17:37     AMED - Komeleya 78’an derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyaniyek da çapemeniyê û destnîşan kir ku di girtîgehên Tirkiyeyê de mafên herî bingehîn tên binpêkirin.   Komeleya 78'an li Amedê li Qada Şêx Seîd derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a bajarê Amedê, Komeleya Alîkariya ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çûkûrovayê (TÛAY-DER), Federasyona Komeleyên Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Derguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad(TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) beşdarî daxuyaniyê bûn.    Li ser navê girseyê Hevserokê Komeleya 78'an Huseyîn Bariş axivî û destnîşan kir ku li girtîgehan mafên herî yê bingehîn tê binpêkirin û wiha got: “Her mirov bi mafên wê yên bingehîn hene. Ev hem li hiqûqa navxweyî hem jî li hîqûqa navneteweyî de derbasdar e. Lê Tirkiyeyê ev hiqûq û mafên bingehîn bin pê dike. Li girtîgehên Tirkiyeyê cenazeyên me derdikevin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Ev ne tiştekî rast e, aliyê hiqûqî, maf û wîjdanî de nayê qebûlkirin. Gelek girtiyên ku pêdiviyên xwe nikarin bicih bînin hene. Çima ew zîlmê ji malbatan tê kirin. Em van nêzîkatî û helwesta li dijî girtîgehan şermezar dikin.”