'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 303 roj in didome 2022-01-05 13:10:16     RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 303'yan de çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li ber avahiya edliyaya Rihayê didomîne.   Li navçeya Pirsûs a Rihayê, di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP'ê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrişê birîndar xelas bûbû, li dijî zilma li hemberî wan pêk hatiye bi daxwaza edaletê di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobet di roja 303’yan de berdewam dike. Malbat îro piştî hevdîtina telefonê ya bi Fadil Şenyaşar re pêk anî berê xwe da Edliya Rihayê.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyama "Keşê dêra Xiristiyan a Rihayê li ber qêrîna me ya ji bo dadê xwe kerr nekir. Îro li cem me bû. Li ser baweriya xwe ya dînî dia ji me re kir. Ên ku li bara vê zilmê bêdeng in, bila îmana xwe bidin ber pirsan.''