Li Rihayê li zarokekê êrîşa zayendî hat kirin 2022-01-05 10:18:32   RIHA - Li navçeya Rihayê ji aliyê kesê bi navê Î.H.K. ve êrîşa zayendî li zarokekê hat kirin.   Li navçeyeke Rihayê di 4'ê Çileyê de zaroka ku got nava min diêşe rakirin nexweşxaneyê. Zaroka ku rakirin nexweşxaneyê derket holê ku 6 mehî ducanî ye. Piştî ku aşkera bû zarok ducanî ye doktoran rewşa wê ji ji polîsan re ragihand.    Piştî kontrola zarokê ya li nexweşxaneyê qediya ew birin Navenda Çavdêriya Zarokan. Li vê derê li gorî îfadeya zarokê ya di bin çavdêriya doktor û pedegok de derket holê ku birayê zarokê yê mezin  êrîşa zayendî lê kiriye.   Piştî îfadeya zarokê Î.H.K. yê bersûcê êrîşa zayendî ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin û zarok jî disa radestî malbata wê hat kirin.