Ji 4 herêman ber bi Enqerê ve rêwîtiya 'Edaletê': Bila ev zilm bi dawî bibe 2022-01-05 09:23:14   Dîlan Babat - Oznur Deger    ENQERE - Malbatên girtiyan en li Êlih, Amed, Mêrdîn, Wan, Colêrmêrg, Mêrsîn û Edenêyê li dijî binpêkirina mafên girtiyan berê xwe dan Enqerê û banga "Edaletê" kirin.    Ji aliyê malbatan ve ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ji ber  ku înfaza wan hatiye betalkirin nayên berdan li Amed û Wanê "Nobeda Edaletê" hatin destpêkirin. Malbatên girtiyan en li Êlih, Amed, Mêrdîn, Wan, Colêrmêrg, Mêrsîn û Edenêyê li dijî binpêkirina mafên girtiyan berê xwe dan Enqerê û banga "Edaletê" kirin. Di 4'ê çileyê de tevlî civîna Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Piştre çûn serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û partiya Gelecek e. Malbatên ku tevlî serdanan bûn ji ajansa me re axivîn.    ‘Em ji bo edaletê hatin...'   Feleknas Batur ji bo hevjînê xwe yê girtî Alî Batur berê xwe da Enqerê û got: "Em hatin li cihê ku edalalet tuneye edaletê digerin. Em ji bo girtiyên xwe yên nexweş hatin Enqerê. Hevjînê min nexweş e û li Girtîgeha Sîlîvrîyê ye. Lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Em ji bo edaletê hatin lê, me bi zorê ji Meclîsê dûr xistin. Em wan şermezar dikin. Edalet nîne. Li vir tilîliyên me wek çek hatin dîtin. Lê em ê têbikoşîn û daxwazên xwe her tim binînin ziman. Hevjînê min 5 sal in girtiyê û hêj 3 salên wî mane. Bi îşkenceyan re rûbirû ma. Niha sirgunê li Girtîgeha Sîlîvriyê kirin. Divê bê zanîn em tenê edaletê dixwazin."    ‘Em ê heta dawiyê li cem zarokên xwe bin'    Kurê Muhsîne Ay 18 sal in girtiyê û wiha bal kişand ser hatina xwe ya Enqerê: "Em ji bo 'Aştiyê' hatin Enqerê. Kurê min li Girtîgeha Erdîrneyê ye û 2 meh in ji ber teşhîsa "Emelbûna bi xwîn' li nexweşxanê ye. Kurê min nikare rabe ser piyê xwe. Ji bo rewşa kurê xwe em ketin nav tevgerê û me serî li gelek cihan da, piştî wî rakirin nexweşxaneyê. Lê belê piştî re bi vî halî birin girtîgehê. Em dizanin edalet nîne lê em dîsa jî ji bo edalet pêk bê di nav hewladanan de nin. Em li dijî cerdevaniyê derketin û me berê xwe da Stenbole. Me nexwest ku em dijminatiya gelê xwe bikin. Em dixwazin zarokên me di nav aramiyê de bi azad bijîn. Îro ji ber ku em aştiyê dixwazin êrişê li me dikin. Lê divê be zanîn ku heta dawiyê em ê li cem zarokên xwe bin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."    Di 15 saliya xwe de 60 sal ceza lê hat birîn    Mustafa Acet di 15 saliya xwe de hat girtin, 60 sal ceza lê hat birîn û 11 sal in jî girtiyê. Dayika wî Nedîme Acet jî ji bo kurê xwe ji Cizîra Şirnexê ber bi Enqerê ve hat. Kurê Nedîme niha li Girtîgeha Bandirmayê ye û nikare biçe kurê xwe bibîne. Ev  bû 3 sal min kurê xwe nedîtiye. Em daxwaz dikin ku bila bînin cihê nêz. Bila zext û tecrîda li hemberî zarokên me bi dawî bikin. Bila dawî vî zilmê bînin. Êrişê girtiyan dikin, girtiyên xweş tedawî nakin. Em ji Cizîrê heta Enqerê hatin. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Bila şert û mercên zarokên me bê rastkirin. Em tenê edaletê dixwazin."