Çalakiya malbata Gulîstan Doku di roja 4'emîn de ye 2022-01-04 16:54:43     DERSÎM - Çalakiya malbata Gulîstan Doku ya li ber edliyeyê di roja 4’emîn de berdewam kir.   Li Dêrsimê dayika xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve agahî jê nayê girtin Bedrîye û bavê wê Halît Doku, li ber Edliyeya Dêrsimê di roja 4’emîn de çalakiya rûniştinê ku dabûn destpêkirin berdewam dikin. Endamên Baroya Dersimê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê piştgirî dan malbata ku li ber edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin.