ÎHD: Li Wanê di dawiya 3 salan de 160 penaberî jiyana xwe ji dest dan 2022-01-04 16:10:23     WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê bal kişand ser rewşa penaberan û ragihand ku li Wanê di dawiya 3 salan de 160 penaberî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ÎHD bang kir ku hemû civak berpirsiyariya xwe ya li hemberî penaberan bi cih bînin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê û Komeleya Koç û Lêkolînê ya Serhatê mirina penaberan a li ser sînorê Wan û Îranê bi daxuyaniyekê ragihandin. Di daxuyaniya hevpar ku li Şaxa ÎHD’ê hat dayîn de endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê ÎHD’ê Hamdî Bayhan, da zanîn ku astengkirina mirinên penaberan a li ser sînoran berpirsyartiya hemû dewletan e û bi lêv kir ku ji ber şerên ku li Rojhilata Navîn xelas nabin bi milyonan mirov mecbûr dimînin ku dest ji warên xwe bihêlin.    '160 penaberan jiyana xwe ji dest dane'   ÎHD'ê, destnîşan kir ku rêya koçber û penaberan vegeriyaye rêya mirinê û bi lêv kir ku her mirina çêdibe êşê jî mezin dike û got:"Li gorî rapora xebatên qadê ya komeleya ÎHD'ê 49 kes bi qerisînê, 68 kes di encama fetisînê ya di Gola Wanê de, 42 kes bi qezayên trafîkê, kesek jî di encama êrişa çekdarî bi komî 160 penaberan jiyana xwe ji dest dane."   Herî dawî daxwaz û pêşniyaz hatin rêzkirin.