Li Şirnexê 14 herêm wekî 'herêma ewlehiya taybet a demî' hat îlankirin 2022-01-04 15:30:50   ŞIRNEX - 14 herêmên girêdayî navçe û navenda Şirnexê wekî 'herêma ewlehiya taybet a demî' hat îlankirin.   Walîtiya Şirnexê bi hinceta ewlehiya neteweyî, pergala cemaweriyê, pêşîgirtina li sûc, parastina maf û azadiya kesan 14 herêmên girêdayî navçe û navenda Şirnexê wekî 'herêma ewlehiya taybet a demî' îlan kir.