Di 'Nobeta Edaletê' de xizmên girtiyan bal kişandin ser Emîne Şenyaşar 2022-01-04 15:30:12     AMED - Di "Nobeta Edaletê" ku xizmên girtiyan ji bo di serî de girtiyên nexweş hemû girtî bên berdan dane destpêkirin de, bal kişandin ser têkoşîna Emîne Şenyaşar a ji bo edaletê.    Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê malbatan ve ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ji ber  ku înfaza wan hatiye betalkirin nayên berdan li Amedê di roja 50'emîn de berdewam dike. Ji ber ku xizmên girtiyan ji bo civîna Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çûn Enqereyê, îro di nobedê de serdan nehat qebûlkirin.   'Doza me doza ziman û nasnameyê ye'   Di nobedê de yek ji xizma girtiyan Fevziye Kolakan axivî û diyar kir ku ew 50 roj in nobeda edaletê digirin. Fevziye da zanîn ku ji ber girtiyên nexweş nayên dermankirin ew di çalakiyê de ne û got, "Emîne Şenyaşar 302 roj in nobeda edaletê digre û em têkoşîna wê silav dikin. Li aliyê din em li bendê ne ku hevalên me yên çûne Enqereyê neçin. Bi mizgîniyê vegerin. Poşmaniyê li ser girtiyan ferz dikin. Girtiyek ku 30 salan di girtîgehê de ye çawa dê poşman bibe. Ne ew û ne jî em ê poşman nebin. Doza me doza nasnameyê ye, doza ziman e. Daxwaza me ew e ku di zûtirîn demê de girtî bên berdan."