Li Mêrdînê 6 siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn 2022-01-04 15:02:56     MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi pêşengiya TJA'yê çalakî hat lidarxistin û 6 siyasetmedarên jin ên kurd ên li Silopî û Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn.   Tevgera Jinên Azad (TJA) siyasetmedarên jin ên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsa Firansayê jiyana xwe ji dest dan û Sêvê Demir, Fatma Uyar, Pakize Nayir ên li Silopiyê di 4'ê Çileya 2016'an de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Gelek kes beşdarî bibîranîna li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat lidarxistin, bûn.    Wêneyên jinên hatin qetilkirin li eywanê cihê xwe girtin û li dora wan find hatin vêxistin. Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û sînevizyona li ser jiyana jinên hatin qetilkirin hat temaşekirin.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halime Kaya da zanîn jinên fikrên xwe tînin ziman tên girtin an jî tên qetilkirin û wiha got:"Hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan em bi bîr tînin û em li ber bîranînên wan serî ditewînin."   Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu da zanîn divê hesabê komkujiyê bê pirsîn û got dê têkoşîna jinên kurd bidome.    Bibîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" û bi çepikan bi dawî bû.