Li Mexmûrê 1’emîn Sempozyûma Jineolojiyê hat lidarxistin 2022-01-04 12:19:50   MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê  bi pêşengiya komîteya Jineolojiyê bi dirûşma ‘Li Mexmûr pirsgirêk û çareseriya xwebûnê’ 1’emîn Sempozyûma Jineolojiyê hat lidarxistin. Sempozyûm bi tevlibûna 5 axaftvan û tevlîbuna gelek delegeyan pêk hat.    Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) duh êvarê bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê bi dirûşma ‘Li Mexmûrê pirsgirêk û çareseriya xwebûnê’ 1’emîn Sempozyûma Jineolojiyê hat lidarxistin. Sempozyûm bi beîdarbûna 5 axaftvan û gelek delegeyan pêk hat.   Di Sempozyûma ku bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin, Endama komîteya jineolojiyê li ser mijara ‘Xwebûnê’, Nivîskar û lêkolîner Hawar Gabar li ser ‘Ziman’, Ekolojîst Medenî Îlhan li ser ‘Ekolojiyê’, Endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Xantûr Kara li ser ‘5 Rêgezên Jinê’ û Hunermend Ruheyîv Efrîn  jî li ser mijara "Çand û Hunerê" nirxandin kirin.    Di sempozisyonê de axaftina vekirinê ji aliyê rojnamevan Gulan Avrêl ve hat kirin. Gulanê di derbarê xwebûn û vegera cewherê xwe yê resen de axivî û wiha got: " Wekî ku di dirûşma me de jî hatiye diyarkirin îro em ji bo pirsgirêkên xwe yên xwebûnê û her wiha ne tenê  ji bo pirsgirêkan ji bo vegera cewherê xwebuna xwe jî em ê nîqaş bikin. Ji ber ku bi rastî jî em kurd heta niha bune yê herkesî lê em tû carê ne bûne yê xwe.  Her wiha tekoşîn û berxwedana ku 45 sale tê meşandin jî ji bo ku rm bibin xwe ye. Di aliyê dîrok, çand, nasname û zimanê xwe de tekoşîneke bê hempa tê meşandin.  Weke wargeh jî me pêwîstî  dît ku em vê mijarê ji nu ve nîqaş bikin û riyên çareseriyê peyda bikin. Tê zanîn ku dema mirov li ser kesekî lêkolînê bike,  pêwîste ku mirov çanda wî dîroka wî nasnameya wî kesayet û axa li ser dijî  bizanibe. Xwebûn mijareke gelek berfireh e û mirov nikare vê mijarê di yek alîde bigirî dest. Em hêvîdarin ku axaftvanên me û delegeyên me bi zanînên xwe di vê sepozyûmê de parve bikin.’’   Sempozyûmê  bi nîqaşkirina mijarên berfireh heta derengiya şevê berdewam kir.