'Dewleta tirk girtiyan bi mirinê re rû bi rû dihêle' 2022-01-04 09:02:00   ŞEHBA - Malbatên girtiyan ên Efrînî ku girtiyên wan di zindanên Tirkiyeyê de tên girtin derbarê rewşa zarokên xwe de axivîn û ev tişt anîn ziman: "Xwarin û cihê girtiyan ne paqij in ji ber vê gelek girtî nexweş in. Girtiyê me dikujin û îdîa dikin ku girtiyan xwe kuştine. Dema ku pakrewan Emîr li zindanê di bin şert û mercên giran de li berxwe dida, tu car mirov bawer nedikir ku Emîr wê xwe bikuje. Em bi hêvî ne ku hemû girtî serbest werin berdan û di demek nêz de Rêber Apo di nav xwe de bibînin."   Îşkence û binpêkirinên di girtîgehên Tirkiyeyê de her ku diçin zêde dibin. Ji ber vê yekê girtî di rewşên herî xirab û di bin şert û mercên herî giran de ne. Piranî girtî ji ber qirêjiya girtîgehan û kêmbûna xwarinê gihaştine asta nexweşiyên gelek giran û xirab. Her wiha belavbûna vîrûsa koronayê di nav girtiyan de jî bandorê li ser tenduristiya girtiyan dike. Li gorî ku rewşa girtiyan xeter e lê dîsa jî dewleta tirk wan derbasî nexweşxaneyê nake. Ji ber vê rewşê jî di demên dawî de gelek girtî di zindanên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest didin. Girtî ji ber îhmalê ji aliyê dewletê ve tên kuştin lê belê piştre tê îdiakirin ku wan girtiyana bi xwe berê xwe dane xwekujiyê. Binpêkirinên dewleta tirk di girtîgehan de gihaştine astên herî xirab û dermirovî. Lê dîsa jî her tim helwestên girtiyan berxwedan û tekoşîn e. Rêxistina CPT'yê hemû binpêkirinên derheqê girtiyên di zindadan de tên kirin dibîne, lê belê heta niha bê deng e. Têkildarî mijarê malbatên ku zarokên wan di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin derbarê binpêkirinên di zindanan de helwestên xwe ji ajansa me re nîşan dan.   'Zarokên me bê sûc hatine girtin'   Dayika girtî Robar Efrîn, Semîre Mihemed a ji Efrînê derbarê rewşa kurê xwe de axivî û wiha anî ziman: "Kurê min 13 sal in di zindanên dewleta tirk a dagirker de girtî ye. Zarokên me di zindanên Tirkiyeyê de bi îşkenceyê rû bi rû dimînin. Bi hezaran girtiyên me yên bi deh salan e bê sûc di zindanan de hatine girtin hene. Girtiyên me di zindanê de nexweş dikevin û rewşa wan xirab e. Ji ber ku li zindanan xwarin û cihê wan ne paqij in gelek girtî nexweş in, lê belê girtiyan derbasî nexweşxaneyê nakin. Kurê min jî nexweş e lê wî nabin gel bijîşkan. Emîr Mistefa ku bi kurê min re di zindana Tirkiyeyê de girtî bû, bi vîrusa koronayê ket. Çend heyvên Emîr mabûn ku serbest bê berdan, lê dewleta tirk a dagirker bê wijdan e. Emîr bir û kuşt. Piştre jî bi îdîaya ku girtî Emîr Mistefa xwe kuştiye agahî dan malbatê."   'Dewleta tirk girtiyan bi mirinê rû bi rû dihêle'   Semîreyê di axaftina xwe de da xuyakirin ku li ku derê kurd hebin dewleta tirk êrîşî wan dike û wiha pê de çû: "Bêwijdaniya Tirkiyeyê gihaştiye vê astê. Dewleta tirk a dagirker çi ji me dixwaze? Zarokên me di zindanan de digire û îşkence dike, welatê me jî dagir kiriye. Dewleta tirk a dagirker hewil dide bi hemû rêbazan gelê kurd û Kurdistanê tune bike. Dewleta tirk a faşîst Rêberê me di Îmraliyê de girtiye û leyistokên xwe yên qirêj derheqê gel de pêk tîne. Li her deverek kurd dewleta tirk a dagirker kurdan di bin şert û mercên herî giran de digire. Dewleta tirk a dagirker  Efrîn dagir kir û dîsa gelê kurd bê sûc di girtîgehan de digire û piranî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest didin."   'Welat ji kezebê şêrîntir e'   Semîreyê di dawiyê de diyar kir ku ew ê piştgiriya zarokên xwe bikin û wiha vegot: "Li ku derê kurd hebin rastî bûyerên herî xerab tên. Mafê me ye em jî wek gelê kurd li ser xaka Kurdistanê bijîn. Em piştgiriya zarokên xwe dikin. Heta dilopek xwîn di canê me de bimîne em ê li berxwe bidin û piştgiriyê bidin zarokên xwe. Li her deverekê pakrewan fedayî vê axê hatine kirin. Ger welat ji kezebê ne şêrîntir be me zarokên xwe fedayî vê axê nedikir. Îdîayên ku dewleta tirk a dagirker li ser girtiyên me yên ku jiyana xwe ji dest dane, derdixe hemû derew in. Zarokên gelê kurd ji bo maf û dengê gelê xwe ger bi hezar salan jî li girtgehan li berxwe bidin ranawestin. Em bi hêvî ne ku di demek nêz de zarokên me ji girtîgehê serbest bên berdan."   'Zindan bûnê cihê mirina mirovan'   Xizmê girtî Şêxmûs, Dunye Xidir a ji gundê Meydanayê ya navçeya Recoyê ya Efrînê derbarê rewşa girtî Şêxmûs de axivî û wiha anî ziman: "Girtî Şêxmûs di 1991'ê de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ev 27 sal in girtiye. Şêxmûs di zindanên dewleta tirk a dagirker de tê girtin. Li gor agahiyên ku me bi dest xistine, ev 3 sal in rewşa girtî Şêxmûs gelek xirab e. Dewleta tirk a dagirker çi ji van girtiyan dixwaze? Rewşa wan di girtîgehê de ne baş e. Xwarin û vexwarina wan gelek kêm e, gihaştiye asta ku perçeyek nan didin her sê girtiyan. Pakrewan Emîr Mistefa ku bi Şêxmûs re hatibû girtin di bin hemû şert û mercên giran de di zindanên Tirkiyeyê de li berxwe dida. Lê piştî ku nexweş ket dewleta tirk a dagirker Emîr bir û kuşt, piştre îdîaya ku Emîr xwe kuştiye derket holê. Ji ber ku pakrewan Emîr di zindanê de bi deh salan di bin şert û mercên giran de li berxwe dida, tu car mirov bawer nake ku Emîr xwe bikuje."   'Divê CPT li rewşa girtiyên me bipirse'   Dunyeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dewleta tirk a dagirker her tim dixwaze gelê kurd tune bike. Ji  ber vê yekê bi îşkencekirina girtiyên me ya di zindanan de dixwaze hêza gelê kurd bişkîne. Heta ku em li ser piya bin û xwîn di damarên me de hebe, em ê piştgiriya girtiyên xwe yên di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin, bikin. Em bi hêvî ne ku hemû girtiyên me serbest werin berdan û di demek nêz de Rêber Apo di nav xwe de bibînin. Em bang li Rêxistina CPT'yê dikin ku xwedî li girtiyên me derbikevin û li rewşa wan bipirsin. Em ê li pey pakrewanên xwe bin."