'Em ê dev ji têkoşînê bernedin' 2022-01-03 19:14:33   AMED - DAKAP'ê têkildarê girtiyên siyasî û Aysel Tûgluk daxuyanî da û got em ê li dijî bêedaletiyê têbikoşin.   Platforma Dîcleyê ya Jinên Amedê (DSKAP) têkildarê girtiyên siyasî li perqa Hazalê ya li navçeya Kayapinarê cih digire daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Parastin jina parastina civakêbye, Deniz, Aysel, Garibe serhildana me ye" hatin hildan.   'Em ê li pey doza jinan bin'   Daxuyanî ji aliyê hevseroka navçeya Kayapinarê ya HDP'ê Remzîye Siz ve hate xwendin. Remziye wiha dest  axaftinê kir: "Dad berê bingehîn yê civakê ye. Ger li cihekî dad nebe civak jî tarûmar dibe. Li her deverê Tirkiyeyê li hember jinan binpêkirinên mafan rû didin. Her roj gelek jin tên qetilkirin û kujerên wan bê ceza tên hiştin. Beriya niha rêhevala me Denîz Poyraz bi awayek wehşane hate qetilkirin û kujerê wê hate parastin. Ev ji polîtîkayên hikumetê nîşan dide. Weke jin em ê li pey doza jinan û Denîzan bin."   'Em ê dev ji têkoşînê bernedin'   Pirsgirêka din jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyînbin. Di serî de Garîbe Gezer, Aysel Tugluk û weke vê bi sedan girtiyên siyasî bi îşkence û bêhiquqiyan re rû bi rû dimînin. Em daxwaza edaletê dikin û heya em bibdestnnexin jî em ê têkoşîna xwe bidin berdewamkirin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Heq, Hiqûq, Edalet"  bi dawî bû.