'Bila binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin' 2022-01-03 16:04:04   AMED - Welatiyên ku çûn serdana malbatên di "Nobeta Edaletê" de ne , daxwaza bila binpêkirinên mafan ligirtîgehan bi dawî bibin kirin.   "Nobeda Edaletê' ya ku ji aliyê malbên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye betalkirin  ve li Amedê hat destpêkirin di roja 49'emîn de berdewam dike. Xwişka Mesût Sevîktek ê di 23'ê Kanûna 2016'an de li navçeya Sûrê ya Amedê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da Guler Sevîktek û welatiyî îro çûn serdana malbatan.   'Heta niha poşman nebûne, ji niha û pê ve jî poşman nabin'   Xizma girtiyê nexweş Fevziye Kolakan ku ewil li nobedê axivî, diyar kir ku gelek dayikên hatin nobedê hem nexweş û hem jî pîr bûn, lê tevî vê yekê jî çalakiya ji bo zarokên xwe berdewam kirin. Fevziye wiha berdewam kir: “Weke kesên li vir in, zarok û xizmên me hemûyan jî nexweşên giran in. Her çend zarokên me rakin nexweşxaneyê jî nayên dermankirin û bi ser vê de jî îşkenceya karantînayê ya 14 rojan li wan tê kirin. Mijareke din jî şewitandina înfazan e... Sedem jî ew e ku nabêjin 'biborin'. Ew bi salan li wir in û negotin em 'poşman in' dê îro bêjin em 'poşman in'. Ser komar, wezîr û cîgirên wan heger piçek wijdan ê wan hebe dê gavên pêwist biavêjin. Diz û sûcdarên tecwizê li derve ne, lê zarokên me ji ber zimanê xwe yê dayikê dixwazin bi salan di girtîgehan de tên ragirtin. Çawa ku zarokên me gav paşde neavêtin em ê jî doza wan bidomînin û gavê paşde nevajin."   'Ger ku em bêdeng nemînin dê binpêkirin bi dawî bibin'   Xwişka Mesût Sevîktek ê di 23'ê Kanûna 2016'an de li navçeya Sûrê ya Amedê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da Guler Sevîktek jî çû serdana malbatên nobedar. Guler, anî ziman ku ji bo piştgiriyê bidin malbatan hatine û got, “Edalet ji bo me hemûyan pêwîst e. Ez ne girtî me, lê ji ber ku wicdanê min qebûl nake ez li vir im. Malbat ji bo dengê zarokên xwe bidin bihîstin wê biçin Enqereyê. Divê her kes piştgiriya malbatan bike. Ne tenê dayikên li vir, Emîne Şenyaşar jî bêyî berf, baran û heriyê 300 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê digre. Ev dayik herî zêde edaletê heq dikin. Em hemû di bin zilmê de ne. Ger ku em bêdeng nemînin dê binpêkirin bi dawî bibin."   'Ji bo girtiyên nexweş divê gav bên avêtin'   Herî dawî Meryem Turan a ji bo piştgiriyê bide çalakiyê hat jî wiha got: “Divê dewlet ji bo girtiyên nexweş gavan biavêje. Ger ku ew derban nakin bila bihêlin em ê li malê derman bikin. Girtiyên ku înfaza wan tê betalkirin divê di zûtirîn dem de bên berdan. Çima di girtîgehê de tên girtin? Ev zilm ne tenê li girtiyan û malbatên wan tê kirin, li Emîne Şenyaşar a bi mehan e li ber Edliyeya Rihayê 'Nobeda Edaletê' digire jî tê kirin. Ez nobeda dayika Emîne û malbatên girtiyan bi rêzdarî silav dikim.”   Çalakî piştî serdan û axaftinan bi dawî bû.   .