Bersûcê êrişî HDP'ê kir sewqî edliyeyê hat kirin 2022-01-03 13:41:13   STENBOL - Bersûc Muhammet Eren Sutçu yê hewil da li Rêxistina HDP'ê ya Bahçelievler komkujiyê pêk bîne ji ber sûcê "Gefxwarina bi çekê","Birîndarkirin" sewqî 3'yemîn Dadgeriya Cezayê ya Sulhê hat kirin.   Di 28'ê kanûna 2021'ê de kesê bi navê Muhammed Eren Sutçu bi kêr û çekan êrişî avahiya HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê kiribû û hatibû binçavkirin. Bersûc Muhammet Eren Sutçu yê hewil da li Rêxistina HDP'ê ya Bahçelievler komkujiyê pêk bîne ji ber sûcê "Gefxwarina bi çekê","Birîndarkirin" sewqî 3'yemîn Dadgeriya Cezayê ya Sulhê hat kirin.   Li ser dosyaya Muhammet Eren Sutçu ku li Miduriyeta Polisan a Stenbolê tê girtin biryara "nepeniyê" heye. Loma tu agahiyê nadin parêzeran.    Li aliyê din Hevserokê HDP'a Bahçelîevlerê Mehmet Kûzû jî di nav de 3 HDP'iyan giliyê Muhammed Eren Sutçu kirin.