Ji bo 11 herêmên Colemêrgê biryara qedexeya 14 rojî hat dayin 2022-01-03 12:28:54   COLEMÊRG - Li Colemêrgê li 11 herêman ketin û têketin ji bo 14 rojî hat qedexekirin.    Walîtiya Colemêrgê 11 herêmên li Colemêrgê wekî "Herêma Ewlehiyê ya Taybet" îlan kir û li van herêmana ketin û derketin ji bo 14 rojî qedexe kir.    Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin ew ê bi qedexeyê re li herêmê operasyona leşkerî bê kirin.