Sûcên li hember penaberan bê ceza tên hiştin 2022-01-03 09:09:42   ENQERE - Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleya Piştevaniya Koçberiyê Hatîce Odemîş der barê êrîşên nîjandperest ên li hember penaberan axivî û got: “Êrîşa li hember penaberan, tehdîdkirina mafê jiyana penaber, binpêkirina mafê penaberan, gulekirina mal û kargeriyên penaberan, hemû bê ceza tên hiştin. Mixabin jî lînç, netewperestî û nîjadperestiyê zêde dike.”   Gotinên desthilatdarî û tifaqên wê êrîşên li hember penaberan zêde dike. Di 2’yê Tebaxê de li taxa Baraj a Altindag a Enqereyê yek Sûriyeyî yek Lubnanî du malbat rastî êrîşa nîjadperest hatin. Di saetên sibehê de her du malbatên li parqê di navbera xwe de bi Erebî diaxivîn, ji aliyê komeke ji 50 kesî pêk dihatin rastî êrîşê hatin. Di 11’ê Tebaxê de  li navçeya Altindagê di pevçûna derketibû de Emîrhan Yalçin jiyana xwe ji dest dabû û piştî vê êrîşên nîjadperest ên li hember penaberên Sûriyeyê pêk hat.   Di êrîşên 11 û 12’ê Tebaxê de pêk hatin de mal û kargeriyên penaberên Sûriyeyê hatin talankirin. Hefteya borî li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê sê karkerên ji Sûriyeyê hatin qetilkirin. Herî dawî li Stenbolê koma nîjadperest a bi navê ‘Ataman kardeşligi’  êrîşê komeke Afgan kir. Desthilatdarî li dijî van êrîşan bêdengiya xwe diparêze û polîtîkayên bêcezahiştinê jî êrîşan teşwîq dikin.   Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleya Piştevaniya Koçeran Hatîce Odemîş êrîşên di demên dawî de li hember penaberan zêde bûye nirxand.   ‘Sê karker hatin şewitandin û qetilkirin’   Hatîceyê da zanîn ku demek dirêj e polîtîkayên dijminahiyê ya li hember penaberan heye lê di demên dawî de êrîş zêde bûne û got: “Di vê pêvajoyê de penaber bi nîjadperestî û gotinên nefretê re hatine rû hev. Di rojên borî de li Îzmîrê sê karkerên penaber hatin şewitandin û qetilkirin. Benzîn li penaberan reşandine û şewitandine. Lê 35 roj di ser bûyerê re derbas bû hîna di çapemeniyê de hat dîtin. Mixabin der barê vê bûyerê de bertekek cidî derneket holê. Nebû sedem ku em dakevin kolanan. Kesek beriya bûyerê dibêje ez ê paqijiyê bikim û ev tê wateya ku wê penaberan bikuje. Lê der barê vê de tedbîr nayên girtin. Piştî vê bûyerê gazî xizmên penaberan dikin û dibêjin  ji kesî re behsa vê nekin û hewl didin serê wê bigirin. Kujer, piştî ku du tirk jî kuşt, agahiya me ji bûyerê çêbû.”   ‘Êrîşan teşwîq dike’   Hatîceyê bi lêv kir ku ev rewş nîşaneya bêcezahiştineke mezin e û nîşan dide ku di van bûyeran de mekanîzma çawa pêk tên. Hatîceyê ev tişt bi lêv kir: “Yên vê dikin ji wan re dimîne. Êrîşa li hember penaberan, tehdîdkirina mafê jiyana penaber, binpêkirina mafê penaberan, gulekirina mal û kargeriyên penaberan, hemû bê ceza tên hiştin. Mixabin jî lînç, netewperestî û nîjadperestiyê zêde dike.”   ‘Penaber bûn mijara bazarê’   Hatîceyê destnîşan kir ku desthilatdarî bi salane zimanekî cudakar bi kar tîne û penaber wek alaveke polîtîk tên bikaranîn û ev tişt bi lêv kir: “Ev tenê ji aliyê desthilatdariyê ve nayê kirin. Partiya muxalefeta esas jî dike. Ger di nav gel de ev gotinên newekhev belav bibe bêguman sedema wê gotinên rayedar û berpirsiyaran e. Penaber hem di polîtîkaya hundir hem jî di ya derve de wek mijara bazarê tên bikaranîn. Bi taybet di polîtîkaya derve de dibêjin ‘binêrin em derî vebikin wê bên welatê we’ û wek alava bazarê tên bikaranîn. Di polîtîkaya hundir de jî bi zor kaxizên ku ‘em dixwazin vegerin welatê xwe’ didin îmzekirin.”   Gotinên nîjadperest ên muxalefetê   Hatîceyê bal kişand ser gotinên serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu yên wekî ‘Ger em bên destilatdariyê em ê penaberan bişînin’ û wiha bertek nîşan da: “Ji hiqûqa navneteweyî agahiya wan tune ye. Van kesan li parastina navneteweyî geriyane û hatine vir. Rêbazên parastina navneteweyî derbasdar e. Daxuyaniyên Umît Ozdag, Îyî Partî û CHP’ê, daxuyaniyên pir bê pergal in. Kesên li wan merciyan divê gotinên ku nîjadperestiyê zêde dikin bi kar neynin. Bi krîza aborîyê re netewperestî zêde bû. Lê sedema vê xizaniyê, giranbûna xizaniyê ne penaber in. Polîtîkayên şer in.”   ‘Em dikarin li dijî globalbûnê çi bikin?’   Hatîceyê diyar kir ku herî dawî Afgan jî bûne hedefa gotinên nefretê û wiha dawî lê anî: “Ev rewş dem bi dem diguhere. Globalkirina gel bû kevneşopiyeke dewletê. Gelo em dikarin li dijî vê çi bikin? Divê em vê nîqaş bikin. Karker di karên bêewle de dixebitin, gelo xebateke tevgera kedê ya li dijî van karkeran heye yan na? Jinên penaber li her derê şîdet û tacîzê dibînin. Gelo me piştevaniyeke têr bi wan jinan re ava kiriye yan na? Divê em derfetên ku bi hev bigirin, bi kar bînin. Ancax em bi vî awayî dikarin tiştekî bikin. Divê têkoşîn bê mezinkirin.”