Qawişên karantînayê veguherîne cihê îşkenceyê 2022-01-03 09:05:05   WAN - Endama MEBYA-DER Ceyda Dîndar ji ber hincetên faliyetên komeleyê 11 rojan di bin çavan de mabû û piştre hatibû girtin û lêgerîna tazî lê hatibû ferz kirin. Ceyda Dîndar da zanîn ku ji ber rewşa koxuşên karantînayê girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyan.   Li Tirkiyeyê binpêkirina mafan roj bi roj zêde dibe, yên nû lê zêde dibin. Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) di 11 mehên sala 2011’ê de  915 serlêdanên der barê binpêkirina maf de hatine kirin. Li gorî tespîtên Yekîneya Dokumantasyona Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li cihên fermî yên binçavikrinê herî kêm 415 kesî îşkence û pêkanînên nebaş dîtine.   Ji ber faliyetên komeleyê hat girtin   Endama Komeleya Çand û Yekitiya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe Di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER) Ceyda Dîndar li Wanê di 28’ê gulanê de di serdegirtina malan de hat binçavkirin, 11 rojan di bin çavan de ma û piştre şandin girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Ceyda di 3’yê kanûnê de di rûniştina yekem de bi 10 hevalên xwe re hat berdan. Ceydayê der barê pêvajoya girtina xwe de û binpêkirinên li girtîgehê de axivî.   ‘Berê çekê dan serê zarokekî’   Ceydayê got polîsan bi ser mala wê ya li navçeya Artemîtê bû de girtine û berê çekê dane serê birayê wê yê 17 salî û got: “Saetekê lêgerîn kirin. Ez û bavê xwe hatin binçavkirin. Em 11 rojan binçavan de man. Di wê pêvajoyê de nehiştin em bi malbat û parêzeran re têkiliyê deynin. Piştî 11 rojan şûnde em hatin girtin.”   ‘Lêgerîna tazî’   Ceydayê der barê pêvajoya girtîgehê de jî wiha axivî: “Em ketin girtîgehê îşkenca lêgerîna tazî dest pê kir. Ez û sê hevalê xwe bi vê pêkanînê re hatin rû hev. Piştre em kirin koxuşên karantînayê. Koxuş gelek qirêj bûn, alavên paqijiyê nedan me.  Me ji bo hewcedariyan gazî gardiyan kir gotin heta 20 rojan hûn nikarin bi pereyê xwe jî hewcedariyên xwe bigirin. Ev pêkanînek dij mirovane bû.”   ‘Ji bo nekevin karantînayê tedawî nedibûn’   Ceydayê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî koxuşa karantînayê girtine koxuşa normal û wiha dawî lê anî: “Ez 7 mehan girtî mam. Hevalên nexweş yên giran hebûn. Lê ji bo nekevin koxuşa karantînayê nediçûn nexweşxanê. Piştî nexweşxanê nedixwestin bikevin koxuşa karantînayê ji ber girtiyên edlî û yên serbixwe jî lê hebûn. Hewcedariyên kantînê bi kêfî nedihatin kirin. Bihata kirin jî her tişt biha bû. Mafê hevdîtinê bi hinceta pandemiyê nedihat kirin. Me ji tu aktîvîteyê fêde nedigirt.”   Ceydayê her wiha li dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan banga hestiyariyê kir.