Malbata Doku: Gulîstan li ku ye? 2022-01-02 16:41:43     DÊRSIM - Çalakiya rûniştinê ya li ber Edliya Dêrsimê ji aliyê malbata Gulîstan Doku ya ku 2 sal in li Dêrsimê agahî jê nayê girtin, di roja 2'yemîn de berdewam dike.   Li Dêrsimê di 5'ê çileyê 2020'î de xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku winda bû û êdî xeber jê nehat girtin. Malbata Gulîstanê ji bo aqûbeta keça xwe hîn bibin ev 2 roj in li ber deriyê Edliya Dêrsimê dest bi nobetê kirin.    Dayik Bedriye û bav Halît Doku li ber edliyê li aqûbeta Gulîstanê pirsîn. Hezên Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsîmê Alîcan Onlu piştgirî dan malbatê.    Parlementer Alîcan di çalakiyê de axivî û got: "Gulîstan windanebûye û hatiye windakirin. Niha li çend deveran nobetên edaletê hene. Divê aqûbeta Gulîstan Doku bê aşkerakirin. Em li vir bang li raya giştî dikin ku em ê di 5'ê çileyê de li Qada Seyîd Riza kom bibin û li aqûbeta Gulîstanê bipîrsin.