Di 300 rojan de bersiva daxwaza 'Edaletê': 6 binçavkirin, 12 îfade, 2 doz 2022-01-02 11:46:13     Berîtan Canozer   AMED - Emîne û Ferît Şenyaşar ên di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi "Nobeda Edaletê" kirin, 300 roj in li ber xwe didin. Tevî 6 binçavkirin, 12 îfade û 2 dozên der barê wê de hatin vekirin jî daxwaza Emîne ya 'Edaletê' bi dawî nebû. Dadger û hikûmetê tu carî ev qîrîna ku li tevahiya cîhanê hat bihistin nebihîst.    Di 14'ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartinên giştî, di encama êrîşa xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de Hacî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Malbatên mayî jî ji bo daxwaza edaletê gelek caran serî li sazî û rêxistinên cuda dan, her carê jî dest vala vegeriyan. Malbata Şenyaşar ku gelek caran hatin binçavkirin jî gelek caran rastî tundiya polîsan hatin.   Serdozgeriya Komarê ya Rihayê piştî 18 mehan lêpirsîna xwe ya li ser komkujiyê temam kir. Serdozgeriyê tenê der barê tiştên li kargehê qewimîn de îdianame amade kir û bûyerên li nexweşxaneya ku rastî mirinan hatin cuda kirin. "Biryara nepenîtiyê" ya der barê lêpirsîna ku der barê bûyerê de li nexweşxaneyê hat destpêkirin hêj jî dewam dike   Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li dijî bêedaletî û alîgiriya edliyeyê li ber Edliyeya Rihayê çalakiya “Nobeda Edaletê” dabûn destpêkirin. Ji roja ewil a nobedê ve êrîş û zextan dest pê kir. Sîstema darazê ya ku di 2’yê nîsanê de di Nobeda Edaletê de qêrîna “Edaletê” nebihîst, 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar ê ku ji êrîşê rizgar bû û hat binçavkirin, birî. Di 18’ê îlona 2019’an de, 15 meh piştî bûyerê, Enver Yildiz, birayê endamê AKP’ê Halîl Yildiz, li Edliyeya Rihayê hat girtin û şandin girtîgehê û 18 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.   Serlêdanên parêzerên malbata Şenyaşar ên ji bo rakirina "Biryara nepenîtiyê" ya di lêpirsîna ku der barê bûyerê de li nexweşxaneyê hatiye destpêkirin 3 sal in nayên qebûlkirin.   6 binçavkirin, 12 îfade, 2 doz   Tevî pirsgirêkên wê yên tenduristiyê jî dengê Emîne ku 300 roj in daxwaza "Edaletê" dike, bi israr nayê bihîstin. Heyeta darazê ya ku kiryar nenirxand û qetlîam nas nekir, bi hinceta giliyên kiryaran ên li hemberî daxwaza wê ya "Edaletê" der barê Emîne de lêpirsîn da destpêkirin. Der barê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya “Heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye” 2 doz hatin vekirin û bi heman hincetê 12 caran gazî wê kirin. Emîne qet dev ji gotina “Edalet” berneda. Her wiha pankartên ku amade kiribûn gelek caran ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Heyetên ku dihatin serdana nobetê jî Berhevkirina Agahiyên Giştî (GBT) rûbirû diman. Hewldan ku Emîne û Ferît tenê bên hiştin. Armanc ew bû ku bi zext, êrîş, GBT’ê pêşî li serdan û piştgiriyê bigirin. Emîne û Ferît ji 9'ê adarê û vir ve 6 caran li ber edliyeyê bi erdê re hatin kaşkirin, bi lêdan û gefan hatin binçavkirin.    9 caran dozger guherî   Di dosyaya Komkujiya Malbata Şenyaşar de xaleke din a balkêş ew bû ku dozgerê ku dosya dişopand 9 caran hat guhertin. Hevdîtinên ku Emîne û Ferît Şenyaşar xwestin bi dozgerên dozê re bikin an hatin astengkirin an jî daxwaza wan a hevdîtinê hatin redkirin. Emîne ya ku her roj tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û hewaya sar ji Pirsûsê hat Edliyeya Rihayê, li hemberî gelek bûyeran bêdeng namîne û bertekên xwe yên di çalakiya nobetê de parve kir. Emîne û Ferît her wiha ji bo daxwaza edaletê bi gelek sazî û rêxistinan re hevdîtin pêk anîn û ji bo xwedîderketina li çalakiyan û piştgiriya hiqûqî hêviyên xwe yên hevpar anîn ziman.   Daxwaza konvedanê hat redkirin   Bi zivistanê û sermayê re Emîne û Ferît ji Walîtiya Rihayê daxwaz kirin ku li ber edliyeyê konvedin. Lê belê Walîtiyê daxwaza konvedanê red kir. Her çendî daraz, medyaya alîgir û hikûmetê van daxwazan guh neda û nobetê jî, çalakiya Emîne hat bihîstin û berdewam dike. Yên ku li pêşberî berxwedana Emîne bêdeng neman, gelek caran bi daxuyanî û çalakiyan bal kişandin ser "Nobeda Edaletê".