‘Li hemberî zilmê bibin dengê girtiyan' 2022-01-02 09:01:20     Sema Çaglak    AMED - Li hemberî binpêkirina mafên girtiyan şêniyên Amedê banga hestiyariyê kirin û gotin: "Li hemberî kurdan zilmek heye û bi taybetî jî li girtîgehan ev zilm derketiya ast herî jor. Divê li hemberê ve zilmê li dervê têkoşînek bê dayîn û pêwiste em bibin dengê girtiyan."    Girtiyên nexweş, ligel nexweşiyên giran û raporan jî terkî mirinê tên kirin. Demên dawiyê bi hincetên cuda ne tên dermankirin û ne jî tên berdan. Malbatên girtiyan li Wan û Amedê ji bo rewşa girtiyan dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin. Malbatên girtiyan banga hestiyariyê ji raya giştî re dikin û dixwazin demildest guh bidin daxwazên girtiyan. Şêniyên Amedê jî ser rewşa girtîgehan axivîn.    ‘Bibin dengê girtiyan'   Îrem Aras diyar kir ku kurd ji bo daxwaza aştiyê tên darizandin û cezakirin û got: “Ji bo rewşa girtiyan em gelek xemginîn. Daxwaz û têkoşîna me tene ji bo aştiyek mayînde ye. Lê heke em hêz û têkoşîna xwe bixin yek û bi hev re dengekê xurt derxin wê ew zilma li ser me jî biqede. Divê ji xeynî xizmên girtiyan bi taybet jin û ciwan jî bibin dengê girtiyan. Heke kurd destê hevdû bigirin û li ber vê zilmê seknekê berxwedêr nîşan bidin wê dijmin tu carî nekaribe bi ser keve.”   ‘Darazeke serbixwe nîne'    Kiymet Iliman jî destnîşan kir ku edalet û hiqûqa Tirkiyê pir şaş e û diyar kir ku civak êdî di nav lêgerîna edaletê de ne. Kiymet wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tecrîd û zilma li ser girtiyan şermezar dikim û divê demildest girtiyên nexweş bên derman kirin. Girtiyên min tune ne lê hemû girtî wek zarokên min e. Ez ji rewşa girtiyan gelekî bi fikar im. Lazim e ku hemû kes ji bo rewşa girtiyan dengê xwe bilind bike. Her tim zilm kirine û ji niha asta zilmê mezin kirin. Lewra divê li hemberê ve zilm û zordestiyê serhildanek mezin hebe. Edalet û hiqûqa Tirkiyê şaş e û darazek serbixwe nîne. Erdogan zilmê li kurdan dike."    ‘Li hemberî zilmê berxwedan...'    Herî dawî jî Şemsîhan Aslan axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji paşerojê ve heta niha zilm û zordestiya li hemberî kurdan kêm nebûne. Li hemberê vê zilm û zordestiyê jî têkoşîn û berxwedan jî her tim bû para kurdan. Ji bo bindestiyê gelek rê û rêbaz tên bikaranîn. Yek jî wan tecrîd e. Em ji pêvajoyekî dijwar ve derbas dibin û pêwiste em bibin bersiva vê pêvajoyê. Rewşa zindanan em qebûl nakin. Rayedar bixwe jî rewşa wan ji me çêtir dizane lê kerr û lal e. Rewşa girtiyên nexweş ber bi çav e û jixwe di raporan de jî tê aşkere kirin, lê belê rapor li gorî berjewendan tê amadekirin. Em naxwazin êdî ji girtîgehan cenaze derkevin. Ji vê dewletê re mirovahî û wîjdan lazim e. Xizmên girtiyan dilşewat in û ji ber rewşa girtiyên xwe perişan in."