Li Mexmûrê li dijî dorpêçê kon hat vedan 2022-01-01 15:19:58   MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî hewldana hikûmeta Iraqê ya têlkirina dora wargehê li ber seytereyê kon vedan. Şêniyên wargehê dan zanîn ku tu carî helwesta Iraqê qebûl nakin, heta bighêjin encamekî dê çalakiya xwe bidomînin.    Hêzên leşkerî ya Hikûmeta Iraqê di 27'ê kanûna 2021'ê de hewl dan ku bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), wargehê bi têlan dorpêç bikin. Ji ber bertekên şêniyên wargehê hêzên Iraqê neçarman ku paşve vekişîn. Ji bo zelalkirina rewşê û ewlehiyê endamên Meclisa Gel a Wargehê li ber seytereya wargehê kon vedan. Bi daxuyaniyê jî bal kişandin ser çalakiya xwe. Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Peywendiyên Derve Mamoste Seîd Çomlek ve hat xendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    Hûn jî dizanin ku ev demeke wargeha me bi pirsgirêkekî çêker re rûbirûye, mijarekî weke dorpêçkirina wargehê bi têlan ku heya niha tu carê derneketî pêş û di hevdîtinên me yên bi hikûmeta Iraqê re nehatiye nîqaşkirin, derketiye pêş. Biryara dorpêçkirina wargehê ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye girtin, di tu hevdîtinên dîplomasî de ne derketiye pêş. Di hevdîtinan de tu caran têlkirina derdora wargehê nehatiye behskirin û ji nişkan ve ketiye rojevê. Ji ber wê sedemê 27'ê kanûna 2021'an hêzekî leşkerî li gel karker û kelûpelên xwe hatin ji nişkan ve dest bi têlkirina wargehê kirin. Lê ji ber mudaxeleya di demê de ya şêniyên wargehê ev hewildan hat sekinandin.   Helwestekî demokratîk hat nîşandan    Helwesta wargehê helwestekî demokratîk e, helwestekî însaniye. Em weke şêniyên wargehê ji niha ve dibêjin em tu carê nêzîkatiyek wisa qebûl nakin em ê hertim xwedî bertek bin. Ji ber em dizanin ev biryara ji nişkan ve hatiye girtin bi zanebûne û hewildanên reşkirina wargehê ne. Ango dixwazin weke civakekî bi xeter weke civakekî ji bo derdor metirsîdar bidin nîşandan. Ji bo wê em dibêjin bila xebera raya giştî xebera raya kurd hebe, em ê ji niha û şunde dest bi çalakiyên xwe yên mafdar û demokratîk bikin û em ê tu caran tiştekî wisan li ser xwe qebûl nekin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Mexmûrê" bi dawî bû.   'Em xwedî îradeya azad in'   Taybet Kapar a ku tevlî daxuyaniyê bû bertekên xwe wiha ji ajansa me re anî ziman: "Şêniyên wargeha me ev bû 27 sal penaber e, xwedî li rêveberiyeke xweser e û sîstema xwe ava kiriye. Em weke penaberên siyasî bi awayek fermî hatine qebûlkirin. Lê niha hikûmeta Iraqê bi hinceta serjimariyê, nûkirina nasnameyan dixwaze derdora me bi têlan dorpêç bike. Em tu carî tiştek wisa qebûl nakin, ji ber ku tu carê zererê me ne gihiştiye derdore û ne gihiştiye zagonên Iraqê. Îdara me heye, rêveberiya me heye û îradeya me ya azad heye."