Dayikên Şemiyê: Ji bo edaletê divê desthilatdarî bê guhertin 2022-01-01 14:38:01   STENBOL - Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya 875’emîn de, hat diyarkirin ku ji bo sûcên li dijî mirovahiyê bên ronî kirin tê îsal jî têkoşîna xwe bidomînin.    Dayik û Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya 875’emîn ku her hefte bi daxwaza faîl bên cezakirin û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin li dar dixin, bi awayekî online li dar xistin. Di daxuyaniya hate dayîn de ji ber roja ewil a sala 2022’yan e, bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên di sala 2021’ê de pêk hatin.    Endama Komîsyona Binçavkirinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îkbal Eren Yarici, diyar kir ku saleke ku bi zext û binpêkirinên mafan tejî derbas kirin û wiha got: “Pergala ku mafê jiyanê, demokrasiye, maf û azadiyan nas nake, Tirkiye ji edalet, aştî û hiqûqê dûr xist.”    Îkbal, destnîşan kir ku kes nikare dengê wan bibirin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku Tirkiye bibe dewleta hiqûqê divê herkes dengê xwe derxîne.” Îkbal, bi lêv kir ku mafê civakê heye faîlên komkujiyên pêk hatin bizane û wiha axivî: “Li welatekî ku edalet û azadî pêk neye tu wateya ku desthilat were guhertin nîne.”