9 penaberên ku radestî OSO'yê hatin kirin birin Îranê 2022-01-01 14:12:56   WAN - 9 penaberên ku li Stenbolê hatibûn binçavkirin û li Azezê radestî OSO'yê hatibûn kirin, li deriyê sînor radestî rayedarên Îranê hatin kirin.   Ji bajarê Pave yê parêzgeha Kirmanşah a Îranê 9 welatiyên kurd bi rêyên qanûnî hatibûn Tirkiyeyê û di 22'yê tebaxê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin û piştre li Azeze radestî Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) hatibûn kirin. Duh bi şev cendirmeyan van welatiyan girt û ji Dîlokê birinê Deriye Sînor ê Gurbûlakê ye li navçeya Bazîdê ya Agiriyê radestî rayedarên Îranê kirin. Hat hînbûn ku rayedarên Îranê 9 welatiyan birine qereqola sînor a bajarê Xoyê.