'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 299 roj in didome 2022-01-01 13:23:52   RIHA - Malbata Şenyaşar 299 roj in têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, malbatê îro ev peyam da: “Ligel hemû astengiyan jî em ê serî netewînin. Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe li her derê Tirkiyeyê û Rihayê bidomînin.”   Di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana kargehan kiribûn û di dema serdana keargeha mala Şenyaşarê de êriş biribûn ser mala Şenyaşar ê. Di vê êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Xizmên Yildizê AKP'î êrişên xwe li nexweşxaneyê jî domandibûn û li vira Celal û Adil Şenyaşarê bi giranî birîndar kuştibûn. Bav Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşarê hatibû lînçkirin û kuştin.    Emîne Şenyaşar, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, ji 9'ê Adarê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobedê dike. Çalakî îro di roja 299'an de ye. Ji ber dawiya hefteyê Emîn nobetê li mala xwe ya Pirsûsê didomîne. Ferît jî ji bo tevlî "Forûma Gel" a ku ji hêla Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) ve tê lidarxistin bibe çû Stenbolê.    Malbata Şenyaşar îro li ser medyaya dijîtal ev peyam da: "Di roja ewil a sala 2022’yan de em ‘Têkoşîna Edaletê’ li Stenbolê dimeşînin. Ligel hemû astengiyan jî em ê serî netewînin. Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe li her derê Tirkiyeyê û Rihayê bidomînin. Her çend di sala nû de rojev buhabûn be jî, çavkaniya wê bêedaletî ye.'